Duhî 11.01.2011ê, şandeyekê herêma Kurdistanê ku ji Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê ferangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Rêzan Salih nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Îtaliyayê li ofîsa taybet ya Luca Zaia serokê herêma Veneto ya ser bi Îtaliyayê ve, di merasimekê de peymaneke lihevtêgihiştinê di navbera herêma Kurdistanê û herêma Veneto ya Îtaliyayê de îmza kir.
Di merasimê de Luca Zaia serokê herêma Veneto kêvxweşiya xwe li hember wê yekê diyar kir ku serokê herêma Kurdistanê vexwendina wî qebûl kir û şaneyek li ser navê herêma Kurdistanê şand Venetoy.
Fuad Hisên serokê şandeya herêma Kurdistanê ya bo Venetoyê, silavên Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê gihandin Luca Zaia û got ku herêma Kurdistanê dixaze têkeliyên xwe bi hemû herêmêm Îtaliyayê re û bi taybetî herêma Venetyê re xurt û berfireh bike.
Bi amadebûna şandeya herêma Kurdistanê û saziyên perwerde, çandî,bazirganî, pêşesazî, zanistî û akademiyln herêma Veneto peymaneke lihevtêgihiştinê di navbera herêma Kurdistanê û heerêma Venetoyê ji aliyê Luca Zaia serokê herêma Venet û Fuad Hisên nûnerê serokê herêma Kurdistanê ve hat îmza kirin.
Fuad Hisên li ser navê serokê herêma Kurdistanê Luca zaia vexwend bo heroma Kurdistanê û wî jî vexwendina serok Barzanî qebûl kir.
Fuad Hisên di axavtina xwe de behsa rewşa aram aherêma Kurdistanê, pêşketinên Kurdistanê yên di warê abûrî, bazirganîm çandî, berhemanîn, destpêşxeriya serok Barzanî ya bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, rolê sero Barzanî û serokatiya siyasiya kurdistanê li ser astê Îraqê û destpêşxeriya serok Barzanî ya bo pêşwazîkirina wan mesîhîyên ji deverên din yên Îraqê ji ber şidet û terorê ber bi herêma Kurdistanê ve direvin, kir.
Hisên daxaz ji Îtaliyayê kir ku sewiya nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê bo konsolxane bilind bikin û paşî behsa naveroka peymana lihevtêgihiştinê kir û got ku ew peyman ji warên zîraet, tûrîzm, bazirganî, pîêşesazî, perwerde û zanistî pêk tê.
Felah Mistefa berpirsê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di axavtina xwe de kêfxweşiya xwe li hember xebatên amadekirina peymana lihevtêgihiştinê nîşan de û got kul i herêma Kurdistanê ji bo peywendiyên abûrî, bazirganî û sermayerazandinê derfetên baş hene. Mistefa got ku ew nûneratî û konsolxaneyên li herêma Kurdistanê hene dikarin di warê çêkirina têkeliyên siyasî, diplomasî, abûrî, bazirganî û kulturî de roleke mezin bilîzin.
Di berdewamiya axavtina xwe de berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê behsê qanûna sermayerazandinê a herêma Kurdistanê kir û got ku wê qanên gelek bi başî fêdeyê berhemhêneran garantî kiriye. Herwesa Mistefa tekîd li ser pêwendiyên navbera zanîngehên herêma Kurdistanê û herêma Venetoyê kir.