Dizeyî: Ya Îraq dike cezakirina bikom ya gelê Kurdistanê ye

Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqa Federal, duhî roja sêşemî 09.01.2018ê li bajarê Bexdayê, di preskonferensa xwe ya heftiyane de çend zaniyariyên nerast li ser Herêma Kurdistanê ji mediyayê re gotin.Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja çarşemiyê 10.01.2018ê bersiva gotinên Ebadî dide.Dizeyî dibêje: Daxuyaniyên birêz serokwezîrê Îraqê weke modeleke heftiyane lê hatine û bi berdewamî eynî gotinan dubare dike û ev yek me nagehîne tu encamekî. Eger hikûmeta Îraqê bi rastî niyeta çareserkirina pirsgirêkan heye. Kerem ke bila bihêt digel hikûmeta Herêma Kurdistanê diyaloga cidî bike û li gor destûrê pirsgirêkan çareser bikin û bigihin encamekî di berjewendiya hemû Îraq û Herêma Kurdistanê de be. Em hêvîdar in êdî ji qonaxa daxuayniyên rojnamevanî û gotinan derbas bibin û gavên piraktîkî pavêjin.Dizeyî dibêje: Ji wê roja birêz Ebadî behsa hinartina miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê dike, heta niha di warê piraktîkê de ji gotinan zêdetir, tiştek jê berhem nehatiye.Ya ku niha hikûmeta Îraqê li hember bi hevwelatiyên Herêma Kurdistanê dike, ji bilî cezakirina bikom ya gelê Kurdistanê, ne tiştek din e û tu nav û pênaseke din hilnagire. Hevwelatiyên Kurdistanê baş li wê rastiyê têgihiştine û wisa lê hatiye ku berî birêz Ebadî di preskonferensê de biaxive, dizain dê çi bêje, ji ber ku eynî peyv û eynê hevokan dubar dike û tiştek nû tune.Dizeyî di bersiva xwe de dibêje ku ew jimareyên serokwezîrê Îraqê li ser hinartin û dahatiniya nefta Kurdistanê behis dike bi timamî ji rastiyê dûr in:- Ew jimareyên birêz Ebadî li ser hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê û dahatiniya wê radigehîne, bi timamî jimare û zaniyariyên şaş in û piştî çend rojên din dema kompaniya cîhanî Deloitte rapora xwe ya hûrbînîyê diweşîne, jimareyên rast û dirust diweşîne û ew rastî dê zelal bibe ku birêz Ebadî di daxuyaniyênxwe de pişt bi zaniyariyên nerast bestiye. Tevî vê jî, berê me bi jimare bersiva gotinên Ebadî daye û êdî pêwîst nake zîdetir li ser biaxivin.

Nerîna min :