Polîtîk

Dizeyî: Barzanî û Malikî li ser neft û Mûsilê li hev nekiriye

Hikûmeta herêma Kurdistanê red dike ku, di navbera serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokawezîrê Îraqê Nurî malikî de rêkeftinek hatibe îmza kirin.

Ajansa nûçeyan Rojî Heştem nûçeyek weşandiye û gelek kanalên ragehanidnê ew nûçe jê wergertiye û carek din weşandiye guyae Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê, di bin çavdêriya Amerîkayê de, li hev kiriye; Îraq rê bide herêma Kurdistanê nefta xwe bifiroşe û li hember wê yekê hêzên pêşmerge li Musiê şerî çekdarên DAÎŞ ê bikin.

Li dor vê nûçeyê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de vê nûçeyê red dike û ji malpera hikûmeta herêma Kurdistanê re dibîje: ”Ev nûçe bi timamî nûçeyek çêkiriye û ji hemû rastiyekê dûr e û tu esas ji wê nûçeyê re nîne.”

Dizeyî dibêje ku, hikûmet û hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ji bo parastina emin û îstîqrara herêm û hevwelatiyên Kurdistanê û deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê amade ne bi her awayî wan biparêz in.

Back to top button