Diyarî: Mehane 860.000 dolar

Li gora di malperên internetê de hatiye belav kirin, serokwezîrê hikumeta Kurdistanê yê berê Berhem Salih her meh milyarek dînar rêkiriye ji ofisa taybet ya Celal Talabani re. Ev pere, ji budceya herêma Kurdistanê, wek diyarî ji bo ofisa taybet ya serokkomarê Iraqê Talabanî hatine rêkirin.

Li gora belgeyekî ku di internetê de hatiye weşandin, Berhem Salih roja 15-01-2011 fermanek daye wezereta Darayî ku ew her meh milyarek dînar ji bo ofisa Celal Talebanî rêbike.

Milyarek dînarê Iraqî dike nêzikî 860.000 dolarê Emrîkî.

 

Belgeya fermana Berhem Salih ji bo wezereta darayî

 

 

 

 

 

Nerîna min :