Cîhan

Opozisyona Suriye li Qahîre kom dibe

Biryar e, di dawiya vê mehê de, li paytexta Misrê Qahîre, kongrek ji bo aliyên opozisyona Sûriya ji bal Komkara Erebî ve bê lidarxistin.kongrai dostani syria

Ev biryar, duhî, di civîna komîteya wezarî ya komkarê ya taybet bi çareserkirina kirîza Sûriya li Dewhayê de hate dayîn.

Çavkaniyeke berpirsyar ji Komkara Erebî di vê derbarê de ji AKnewsê re daxuyand ku Komkara Erebî îro dê hemû aliyên opozisyona Sûriya vexwendî bike daku rêzên xwe yek bixin û li ser yek helwestê li hev bikin ji bo parastina şoreşa Sûriya û destpêkirina veguhastina aştiyane ya desthilatê.

Çavkaniyê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, amaje kir ku di heman civînê de, çend biryarê girînge derbarê kirîza Sûriya hatine dayîn.

Çavkaniyê ronî kir ku komîteya wezarî dubare piştgiriya xwe bo erkê Kofi Annan nîşan da û daxwaz ji hikûmeta Sûriya kir ku bilez hemû bendên pilana Annan pêk bîne.

Back to top button