Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîra Bazirganî ya Swêdê Ewa Björling kir.
Di destpêka hevdîtinê de Ewa Björling bi minasebeta destbikar kirina Nêçîrvan Barzanî û kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Di dirêjahiya axaftinên xwe de armanca serdana xwe ya ji bo Kurdistanê bo birêz Nêçîrvan Barzanî rave kir û ragihand ku, weke Swêd dixwazin peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re di her warî de bihêztir û berfiretir bikin.
Ewa Björling Wezîra Bazirganî ya Swêdê
Ewa Björling di berdewamiya axaftinên xwe de pesna rewşa baş û biewle ya Kurdistanê da û hêvî xwest ku, Kurdistanê hertim berbi pêş ve biçe û hertim di geşesendinê de be.
Wezîra Bazirganî ya Swêdê ev yek jî diyar kir ku, niha li Kurdistanê de çendîn kompaniyên Swêdê kar dikin lê em weke Hikûmeta Swêdê hewldan û liv û tegerên xwe bo bihêztir kirina peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re hîn ektîftir dikin û vekirina nivîsgeha Konsulusxane û Akademiya Swêdê pêngavên me yên cidî ne bo bihêztir kirina peyvendiyên han.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de Nêçîrvan Barzanî jî jiber vekirina nivîsgeha Konsulusxane û Akademiya Swêdî li Hewlêrê de spasiyên xwe pêşkêşî Hikûmeta Swêdê kir û balkêşande ser derfet û qanûna karkirinê li Kurdistanê de û got; li Kurdistanê de rewş bo hêlbirîn û beşdarî kirin di prosesa awedan kirina Kurdistanê bo kompaniyên Biyanî bi taybetî kompaniyên Swêdî gelek baş û goncawe.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê jî kir ku, Hikûmeta Kurdistanê girîngiyeke taybetî dide geşe pêdana abûrî û abûriya azad.