Dixwazin PKK Şingalê vale bike

Eşîr û hozên devera Şingalê daxwaz ji PKKê kirin hêzên xwe ji wê deverê derxîne.

Li gorî agahiyên BasNewsê, çendîn hoz û eşîrên devera Şingalê kom bûne û daxwaz ji PKK û milîsên Iraqî kirine Şingalê vala bikin.

Li gorî agahiyan, nûner û serokên wan hoz û eşîran bi hev re daxwaz ji PKKê kirine Şingalê vala bike da ku ew bikarin vegerin ser cih û warê xwe.

Ev demek dirêj e hêzên PKKê û Heşda Şeibî li Şingalê bicîh bûne û ew der kirine serbazgeh û sitargehên xwe. Ew hêzên han rojane xelkê direvînin, mal û milkê wan talan dikin û dibin sebeba malwêranî û awarebûna xelkê Şingalê.

Herî dawî jî şerê PKK û artêşa Iraqê bi sedan malbatên Şingalî derbider kir.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: