Polîtîk

Dixwazin pêwendiya heyî biparêzin

Doh êvarî serokwezîrê Swed, Fredrick Reinfeldt pêwendiyek telefonî li gel serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan danî. Li gora daxûyaniya serokwezareta Tirkiye; Fredrick Reinfeldt telefonê Erdogan kiriye û behsa biryara parlementoya Swed li gel Erdogan kiriye.

Daxûyaniya serokweziriya Tirkiye bi vî awayiye:

“ Serokwezîrê Swed birêz Fredrick Reinfeldt vê êvarê seet 18:30-ê telefonê birêz Erdogan kiriye û ji bo biryara parlementoyê xemgîniya xwe daye diyar kirin. Fredrick Reinfeldt got ku; ev biryar hesabek ji bo politîka navxweye, hukumeta me ne li gel vê biryarê ye. Em bi tu awayî rê nadin ku ev bibe sedemê têkçûna pêwendiyên me û Tirkiye. Dê Swed pişgiriya Tirkiye ya ketine Yekitiya Ewropa bike, û hukumeta me amadeye ku her tişta pêwist bike ku ev biryar nebe astengek di rêya pêwendiyê me û Tirkiye de.

Herweha serokwezîr Erdogan jî, ji serokwezîrê Swed re gotiye ku; Parlemento nabe dîrokê ji nûve tevlîhev bikin. Tirkiye dê arşîvên xwe veke û pêşkeşî hemî dîrokzan û lêkolînvanan bike.Ev biryarên bi vî awayî dixwaze rolê Tirkiye di herêmê de ji bo aşitiyê kêm bike. Ev biryara ku bi dengek zêde hatî girtin divê baş bê nirxandin û hukumeta Swed divê vê biryarê bi awayekî telafî bike.

Back to top button