Polîtîk

Divê pirsa Kurd bê çareserkirin

Eve du roj bûn ku civîna Platforma Abant berdewam bû. Doh êvarî dawî hat û di encama civînê de daxûyaniyek hate belav kirin. Di daxûyaniyê de tê gotin ku; divê reforma dadwerî  werê kirin û ew desthilatdariya dadweriya ne hukukî ji holê rabe û divê destûra bingehîn bi temamî bête guhertin.

Daxûyaniyê de hat diyar kirin ku; Em pêvajoyek dîrokî dijîn, hêdî wesayeta leşkerî li ser her tiştekî xilas dibe, heta pirsa kurd hebe, tu kes nikare li Tirkiye îdeolojiya fermî ya dewletê bide jiyandin. Demokratîzekirina dewletê û demokratizekirina çanda siyasî barek mezin dide li ser milên rewşenbîran û herkesekî.  Divê meşruyeta dadweriyê bê afirandin, ev ji bo mafên mirovatiyê bikeve di bin demanê de pêwistiyeke.

Divê pirsa kurd û pirsgirêken  hindiktahiyên olî bête çareserkirin û destûrek nûjen , sivîl û demokratîk bête amadekirin. Ev y ek ji bo Tirkiye pêwistiyeke.

Back to top button