Hevpeyvîn

Divê zûka hêzên Pêşmerge bibin yek û tenê ew Pêşmergeyê Kurdistanê bin

Serokê PDK-T M. Emin Kardaş bersivên pirsên Rojevakurd de dibêje: Çi demên  giringi bi hevkariya kurdan a bi nav xwe çêdibe, hinek xiyanetê dikin PDK dikarê ji bilî vê xeta xiyanetê, ji bo berjevendiyên Kurdistanê dikarê bi her partian re tifaqa avakirina hikümetê bike.

Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina  hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de  çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Bersiva M. Emin Kardaş:

Roja 30 İlonê 2018 Li Herêma kurdistanê 3 mîlyon û 85 hezar welatiyên Kurdistanê ji bo 111 postên li Parlamentoya Kurdistanê hilbijêrin, bo deng bidin çûne ser sandiqan li gorî encamên komisyona bilind a hibijartinan ku hetiye ragihandin tenê 57 % deng hatıne bikar anîn Divabê hikûmeta nû bifikirê gelo çima di referanduma serxwebunê de rêja dengan 93 % bû lê hilbijartina perlemento ya 30 İlona 2018’de rêje dengan 57 % bû. Naxwe diyar dibê ku gelê kurdistanê ne razîbuna xwe ji rûdan û helwestê hikumetê û partiyên siyasî  re eşkere dikê û dersekê didê  wana. Pêvîste hikumeta nû ji vêya haydar bibe, dersekê bistînê.

Gorî wan encamên fermî hilbijartina 30 İlon’a 2018 de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45 kursî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) 21 kursî, Tevgera Goranê 12 kursî Tevgera Goran: bi rêjaya ji 12 kûrsî bi dest xist. Nifşa Nû  8 kûrsî, Komala 7 kûrsî İslahê 5 kûrsî, Hevpeymaniya serdem, 1 û listeya Azadî1 kûrsî wergirt

Ne hadê me ye ku em şîreta bikin û rê nîşanî birayê xwe yên Başur bixin, madem ji min tête pirskirin weke hemwelatiyekî Kurd bi kurtasi ez hinek tiştan bibêjim. Ligorî encamê bi fermi ku li jor min nivisandin; nêzi 10 partî-rêxistin beşdarî hilbijartinê bûne.

Li vê gorê:  PDK Partiya yekem e ew 11 kursiyên li kêm netewan hatina belavkirin bawerim ew jî dê xwe nêzîkî PDK dibîn. Dema PDK bixwazê dikarê bi serê xwe hikûmetê ava bikê.Çi demên  giringi bi hevkariya kurdan a bi nav xwe çêdibe, hinek xiyanetê dikin PDK dikarê ji bilî vê xeta xiyanetê, ji bo berjevendiyên Kurdistanê dikarê bi her partian re tifaqa avakirina hikümetê bike.

Pêdivi bi hikûmeteke berfirah nîne. Divabê hikumeta nû tenê ya PDK’ê be. Kurd hêja ne bûne dewleteke gewre û bi hêz, û liser piyên xwe, bikaribê xwe ragirê, heta  ewber xwe bibînê, divabê hikûmeta nû pir baldar be, nekevê ber paya demokrasiya ku dagirkeran kedî kiriye,û berdaye pêsîre netewa Kurd. Pêvîste hikumeta nû xwedan otorîte be. Da ku çeteyên îxanetê hadê xwe bizani be. Û di kar û xebata xwe de azad û berpirsiyar be.

Berî her tişteki divabê li ser xala 140 bi giringi werê rawestndin da pêk werê. Ji bona wan Deverên bi nakokîne sererast bibin, peyman û qanunên bi Bexda re hetine imzakirin têkevin jiyanê li gel hikumeta Bexda hevdîtin dest pê bikin. Xebatek wilo bête kirin li gel hikûmeta nawendî ku ew û hemû cîhan pê  bizanibin ku Kurd axa kesi dagir nakin lê ew dagirkeran jî qebul nakin. Divabê zûka hêzên Pêşmerge bibe yek; tenê ew Pêşmergeyê Kurdistanê bin. İdareyek li Silêmaniyê û yek li Hewlerê êdî nebê  Hikumeta nû a Kurdistanê xwedi îradeyeke netewî be li biryarên xwe xwedî derkevê. Yên ku ji qanunê derbikevê, bin pê bikê ew kî dibe bila bibe, sizayê xwe bibînê. Kurd diva be hikumetek e xebatkar, adîlane, çalak û dilsozê doza netewa Kurdî,xwedî helwest û otorîte ava bike. Heta nuha netwa kurd ji bê otoriterî û netewayetî nekirine ne bûne dewlet.

Hikumeta nû têkiliyên xwe bi gel re xurt bike,  xwe di nava gel de bibînê çavê xwe ji xiyaneta navxweyî û gendeliyê re negirê, xwe ji wana û wan ji xwe dûr bigirê. Fabriqeyan çêbikin da  ku hilberinê biefirînin. Gel ber bi hilberina çandinî, teknîkê û teknolojî yê teşvik bikin. Têkiliyên diplomasiyê a nav dewletan de bi piranî hewil bidin.di derbara efirandin û hinardina petrolê de têkiliyên baldar di qada diplomasiyêde zêde, zêde  bike. Maf û berjevendiyên netewa xwe bi pêş pêş bixînê, derd û xemên hemi Kurd û Kurdistaniyan re bixwazin bibin derman.

Aherî giring Ji ber ku tenê li herêma Kurdistanê( Başur ) hikumetek e federe heye divabê ew li parçayên din jî gûdar be û bi şopînê.

M. Emin KARDAŞ  Serokê giştî yê PDK-T

 

Back to top button