Ji bo çareserîyeke sîyasî bila Emerîka sîyaseteke bi bandor bimeşîne
Di pirsa Kurd de ji bo çareserîyeke sîyasî bila Emerîka sîyaseteke bi bandor bimeşîne
Dewleta Emerîkayê aşkere kir ku, kî cîhê 3 rêvebirên PKKyê îxbar bike, dê wan bi milyonan dolar pere xelat bike. Ev biryara Emerîkaya dubare nîşana wê yekê ye ku, eslê meseleyê bi xwe tê paş guh kirin.
Mesele mesleya Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber wê jî, nabe ku ev mesele weke hinek alî dibêjin ‘ev mesele meseleya terorê ye’ bê bi nav kirin; yan jî bes weke meseleya PKKyê bê dîtin . Ev mesele meseleya miletekî ku azadîya wî hatîye binpê kirin e; meseleya wekî her miletekî cîhanê, bi statuyeke sîyasî, li ser erdê welatê xwe, bi awayekî azad xwe îdare kirina miletekî ye.
Dewleta Emerîkayê heger bi rastî jî dixwaze di çareser kirina pirsgirêkên heyî de roleke erênî bilihîze, divê dest ji van rêyên ku ji bo girtina hinek kesan xelata pere dayînê berde. Berîya her tiştî, Dewleta Emerîkayê ji bo ku Dewleta Tirkîyeyê û PKK dest ji vî şerê heyî berdin, ji bo derîyê çareserîya sîyasî vebe,bila sîyaseteke bi bandor bimeşîne.
Ev şerê ku Dewleta Tirkîyeyê û PKK îro dimeşînin, di eslê xwe de pirsgirêkan aloztir dike, rêya çareserîyê dixetimîne û rewşa heyî jî xerabtir dike.
Di çareser kirina pirsa Kurd de, ji bo ku rê û rêbazên sivîl, sîyasî, demokratîk bibin tekane şêwe, divê Un(Netewên Yekbûyî), Emerîka, Dewletên Ewrûpa, Rûsya û dewletên din yên cîhanê, helwesteke hîn bi bandor û encam wergir bistînin.
Ji bo rê li çareserîyeke sîyasî vebe, divê Dewleta Tirkîyeyê dest ji vê sîyaseta xwe ya şer û tûnd û tûjîyê û ya dijayetîya Kurdan berde. Şerê ku îro PKK dimeşîne,rê ji êrîş û şerê Dewleta Tirkîyeyê xweştir dike, rê ji tune kirina destkeftîyên heyî xweştir dike.Ev şerê ji meha temûza 2015an û heta îro berdewam e, ev rastîya raxistîye ber çavan. Divê PKK demildest şerî rawestîne, dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne.08.11.2018
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê