
Îdrîs Tirwanişî bersiva pirsên malpera Rojevakurd dide û dibêje: Her çende reyaletiya Başûrê Kurdistana rê nade ku PDK bi serê xwe bê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hikûmeteke pirranî ava bike, lê encamên hilbijatinan pêgeha PDK pêtir bihêz kiriye ku li gor encaman serederiyê ne bitenê bi YNKê re lê belê bi her aliyekê din re yê bixwaze tevî hikûmeta PDKê bibe, bike. Ev ji aliyekî, ji aliyê din PDK di perlemêntoyê de dikare her pirojeyasayeke bixwaze bipejrîne
Pirsên Rojevakurd:
Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?
Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?
Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.
Bersiva Tirwanişî:
Helbet piştî encamên hilbijartinên perlemêntoya Kurdustanê bi fermî hatîn ragehandin ku li gor encaman Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kariye rêjeya dengên xwe bi awayeke berçav bilind bike ku dikare tevî hevalbendên xwe hikûmetê bitenê ava bike.
Her çende reyaletiya Başûrê Kurdistana rê nade ku PDK bi serê xwe bê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hikûmeteke pirranî ava bike, lê encamên hilbijattinan pêgeha PDK pêtir bihêz kiriye ku li gor encaman serederiyê ne bitenê bi YNKê re lê belê bi her aliyekê din re yê bixwaze tevî hikûmeta PDKê bibe, bike. Ev ji aliyekî, ji aliyê din PDK di perlemêntoyê de dikare her pirojeyasayeke bixwaze bipejrîne.
Ev bi xwe jî riyên cûrbicûr û azadiyeke berfireh li pêşiya PDKê vedike, ku bikaribe gelek pirsên hene û heta niha nehatine serastkirin, mina; yasaya serokatiya herêmê, destûra bingehîn û yasaya reforman serast bike.
Lewma Kurdistan piştî van hilbijartinan ji qonaxa milmilanê û nakokiyên tund yên siyasî, tevlîbûn û lêkdana berjewendiyan ber bi qonaxeke pêtir tena û aramtir derbas dibe.
Ev çende jî pêtir fersendê li pêşiya PDKê vedike ku karibe dishilatdariyeke jîr û eqlanî bixwe di warê piraktîkê de.
Li gor encamên hilbijartinan û daxuyaniyên mezine berpirsiyarên PDKê tê çaverêkirin hikûmeta nû hikûmtek bingeh berfireh nebe û PDK hikûmeteke wiha retdike, lê ev wê çendê nagehîne ku PDK beşdariyê bi ti aliyên din yên siyasî neke û bitaybetî YNKê, lê li gor dîtna min PDK bi ti awayekî seng û pêgeha berê di hikûmeta nû de nade YNKê, bitaybetî biştî YNK bi serê xwe û bi alikariya ereban postê serokomarê Iraqa federe bidest xwe ve anî, lewma tê çaverêkirin PDK jî heman mekanîzimê li dijî YNK li Kurdistanê bikar bîne.
Hêzên mezin yên ku heya niha bi awayeke fermî xwestine beşdarî hikûmeta PDKê de bikin, YNK, Tevgera Goran û Komeleya Îslamî ne, lê bi hizra min PDK beşdariyê bi Komela Îslamî nake, lewma dibe hikûmet jibilî PDKê, ji YNK û Gorran pêk were, lê li gor encamên hilbijattinan.
Derbarey bernamê herî giring yê hikûmeta Başûrê Kurdustanê.
Ez dibînim sê erkên esasî li pêsiya wê hene:
- Nivîsandin û pejrandina destûra bingehîn gerek karê herî pêş yê hikûmeta nû be, çunkî destûra dawiyê bi gelek arîşe û aloziyan tîne, di heman demê de sîstema siyasî ya Kurdistanê destnîşan dike.
- Pêtviye hikûmeta nû giraniya xwe bide ser deverên dagîrkirî û çareseriyeke yasayî jêre bibîne, bi hevkirin bi hikûmeta federe û Neteweyên Yekgirtî re.
- Xweşkirna rewşa aborî, kiriza darayî û çareserkirna problêma eliktirîkê û encamdana reforman di sîstema perwerde û tendirûstiyê dê, dîsan nehêlana gendeliyê.