Divê yekitiya dewleta Tirkiye bê parastin

Wek tê zanîn dema heyeta BDPê serdan Ocalan kirîn, Ocalan li ser pêvajoya nu ya ku PKK ji dev çekan berdê, sê name nivîsandibûn.

Di medya Tirkî de naveroka nameyên Ocalan têne eşkere kirin. Herweha doh di gruba BDPê ya di parlementoyê de behsa nameyên Ocalan hate kirin.
 
Li gora agahdariyan Ocalan di nama xwe de devjêberdana çekan di 3 qonaxan de dibîne.

Ocalan gotiye di Newrozê de  bila PKK agirbestekî ragihîne û biryara sekinadina çelakiyên leşkerî bide.

Qonaxa duyem de 15 tebaxê çekdarên PKKê li Kurdistana Bakur nemînin û hemû Kurdistana Bakur biterikînin.

 Di vê pêvajoyê de PKK li Qendîlê ji bo devjêberdana çek, hewlbide çekdarên xwe îkna bike û wan ji bo vê yekê amade bike.

Ocalan bi rêya MITê nameyên ku rêkirîn Enqere jî hinek armancên PKKê di vê pêvajoyê de eşkere dike.

 Li gora hatî ragihandin, Ocalan dibêje divê BDP ji dev xetên sor berdê.Tu daxwaziyek me ji bo federasyonekî yan jî ji bo otonomiyê tuneye.Divê yekitiya dewleta Tirkiye bê parastin.

Li Tirkiye demokrasiyek rasteqênî hebê pirsa kurd bi temamî çareser dike.

Herweha Ocalan dibêje : Ji xwe dema Tirkiye daxwaziya Yekitiya Ewropa di derbarê îdareyên  herêmî de cih bike pirsa “Xweseriya Demokratik“ çareser dibe.

Nerîna min :