CivakRojev

Divê Şingal ji bo xwediyê xwe yê resen bê vegerandin

Serok Barzanî bi minasebeta 8 emîn Salvegera Komkujiya Şingalê de peyamek ji bo raya giştî ragihand. Barzanî dibêje: Tişta ku tawankarên DAIŞê li hember xuşk û birayên me yên êzîdî pêk anîn, dirêjkirina rêze karesat û tawanên ku di dîrokê de li dijî gelê Kurd hatine kirin e.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovîn

Îro heştemîn salvegera êrîşa terorîstî ya li ser Şingalê ye. Sûcê qirkirina Şengalê birîneke kûr e li ser bedena gelê Kurd. Di vê karesatê de xwişk û birayên me yên Êzidî ji ber Kurdbûn û ji ber ol û baweriya xwe rastî êrîşa terorîstan hatin. Tişta ku tawankarên DAIŞê li hember xuşk û birayên me yên êzîdî pêk anîn, dirêjkirina rêze karesat û tawanên ku di dîrokê de li dijî gelê Kurd hatine kirin e.

Cihê mixabiniyê ye ku tevî rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya derbarê paşeroj û birêvebirina Şingalê de, heta niha ew rêkeftin nehatiye cîbicîkirin. Pêngava yekem a dermankirina birînên Şengalê, vegerandina wê bo xwediyên wê yên resen e û divê hêz û milîsên ku Şengal bi dest xistine, ji Şengalê derkevin û peymana Şengalê pêk bînin. Her wiha ji bo dûbarebûna karesat, zilm û tawanên li ser Êzidiyan û civakên din, divê tedbîr bên girtin.

Serok Barzanî li serê çiyayê Şingalê rizgarkirina Şingalê ragihand

Bi vê boneya xemgîn em şehîd û qurbaniyên Şengalê bi bîr tînin. Her wiha bîranîna wan şehîd û pêşmergeyên qehreman ên ku bi xwîna xwe Çiyayê Şengalê parast û dorpêça terorîstan li ser çiyayê Şengalê şikandin û bajarê Şengalê ji destê terorîstan rizgar kirin, bi bîr tînin.

Bi hezaran silav li giyanê şehîdên Şengalê û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê.

Mesûd Barzanî

3ê Tebaxê,

Back to top button