CivakRojev

YNK: pêwîste karên cedî ji bo avakirin Şengalê û vegera koçberan bê kirin

Politburoya YNKê bi minasebeta 8 mîn salvegera komkujiya Şengalê peyamek ragihand.

Peyama YNK:

Di bîranîna salroja karesata jenosîda kurdên Êzdî û êrişên bo ser navçeya Şengalê de, em bejna xwe ji bo qurbaniyên wê diçemînin ku heşt sal beriya niha ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû kirin.


Di vê bîranîna karesata hovane de, li gel rizgarkirina wan navçeyên hanê ji stem û zordariya çekdarên DAIŞê, beşek ji wan kesên bi dîl û wek kenîzek hatibûn revandin hatine rizgarkirin û azadkirin.
Hewl û bizavên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo wê yekê ye, hewlên hemû aliyan bi hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê, partî û aliyên Kurdistanî û Êraqiyan xurtir bikin, ji bo dîtin û soraxî wan kesên ku ji dema rûdana karesatê û vir ve aqûbeta wan ne diyare.


Herwiha, kar û hewilên cedî bê kirin bi armanca zêdetir avakirina gund û bajarok û cîhên niştecîbûnê yên Êzdiyan û rizgarkirina wan ji jiyana kamp û awareyî û bikaranîna wan wek kartê siyasî ji bo armancên cûrbicûr.


Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dixwaze jiyaneke asûde û aram ji bo wan berdest bike, kar û desthilata hêja li dezgehên rêveberiyê de bi wan bê dayîn, da ku birîn û êşa dem û rojên karesata bi serê wan de hatiye sarêj bibe.


Erkekî din ku li ser milê me hemûyane ewe ku hewlên parastina Êzdiyan û warên wan zêdetir bên xurtkirin, da ku ji her gef û êrişekî din ku bibe metirsî li ser jiyana wan bên parastin.


 Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê       

Back to top button