CîhanRojev

Amerîka daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski ji aliyên siyasî yên Iraqê daxwaz kir, rêkeftina Şingalê û yasaya rizgarbûna Êzidiyan ji destê çekdarên rêxistina terorê ya DAIŞê, werin cîbicîkirin.

Alina Romanowski li ser hesabê xwe yê Twitterê, tevî pabendbûna Amerîkayê ji bo dilniyabûna wê yekê ku careke din DAIŞ îdeolojiya xwe ya rik û kînê nesepîne, daxwaz kiriye ku hemû aliyên siyasî rêkeftina Şingalê û yasaya rizgarbûna Êzidiyan ji destê DAIŞê, cîbicî bikin.

Back to top button