Dosya

Divê serxwebûnxwaz li her çar beşa koordîne bibin

Di vê dema Kurdistan gav bi gav ber bi serxwebûnê ve diçe, cardin aliyê hinek aliyên kurd ve asteng di rêya serxwebûnê de têne çêkirin, lê ji aliyek din alîgirê serxwebûnê jî bi hêztir dibin û hemû astengan di rêya serxwebûnê de pakij dikin. Dixwazin xwe  koordine bikin.Di vê derbarê de li bakurê Kurdistanê Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxuyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand. DAXÛYANÎHer roj serxwebûnxwaz û entegrasyonparêz hinekî din ji hevudû cuda dibin. Ev her du xetên ku ji alîyê fikrî ve ji hevudû bi çixêzên tûj vediqetin, êdî di çavên gel de jî zelal dibin û ji hevudû cuda dibin. Gotinên yekîtîyê yên romantik û bêbingeh jî, êdî nikarin vê cudabûnê veşêre. Ev cudabûn, encama misoger a zelalbûnê ya di ramanan de ye.Entegrasyonparêz, bi dagirkeran re di nav hevkarîyê de li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayeke organize tevdigerin. Tiştê ku yek ji wan li parçeyekê dike, ê din li parçeyê ku lê ye bi kiryarên xwe piştgirî dike. Gelek mînakên vê rewşê hene. Mînakek; PKK di çapemenîya xwe de eşkere êrişî PDK/Barzanî dike, YNK û Goran jî bi Îranê re planên xwe yên ku Brêz Mesûd Barzanî ji serokatîyê bixin di pratîkê de pêk tînin.Li hember vê hewldana entegrasyonparêzan a organize, serxwebûnxwaz di vî mijarî de kêm man. Sedema bingehîn a vê kêmasîyê jî, tunebûna sîyaseta netewî ye ku karibe bingeha tevgerandinda bi hevudû re çêbike. Ji ber vê yekê dengên cuda yên ku di wextên cuda de derketin, tesîra ku dihate xwestin çênekirin.Niha di navbera van her du xetan de pêvçûneke fikrî heye û ev pêvçûn wê tenê bi qada fikrî bisînor nemîne. Ger serxwebûnxwaz dixwazin di vê pêvçûnê de bi ser bikevin –ji bo serxwebûnê bidest bixin mecbûr in- divê li dora sîyasetek netewî û planeke netewî werin cem hevudû û li her çar parçeyan jî bi koordîne tevbigerin. Di heman demê de hewceye hemû sazîyên xwe li ser bingeha sîyaseta netewî ji vê pêvçûnê re amade bikin.Gava yekem a rêxistinên ku xwe wek rêxistinên serxwebûnxwaz dibînin ku niha biavêjin ew e ku jehra entegrasyonê ya li nav gel bela bûye bi jehrkuja giyana serxwebûnê ji holê rakin. Ev jî pêşketineke fikrî ferz dike. Di vê xalê de yek ji karên herî girîng a rêxistinan ku hewceye bikin jî, afirandina îmkanan bo pêşketina fikrî bo ciwanan û pêşî lê vekirina ciwanan e ku ciwan hêza dinamik a vî karî ne. Ji ber ku di nav civakê de pêvçûnên fikrî ya herî bi heraret di nav ciwanan de diqewim in. Divê ciwan jî him xwe ji alîyê fikrî ve pêş bixin him jî li dora fikrê serxwebûnê tora birêxistinbûnê pêş de bixin.Serxwebûnxwazên ku ji alîyê fikrî ve bi ser nekevin, sibê pêvçûnek fizîkî çêbibe û bi ser bikevin jî wê bingeheke ku vê serkeftinê bi cih bikin peyda nekin. Ji ber ku serkeftineke ku bi dest keve divê di nav civakê de bersîva xwe bibîne û entegrasyonparêz, vê bingeha heyî her roj hineke din dihêjînin û tune dikin. Ger serxwebûnxwaz li hember vê rewşê sîyaseta netewî pêş nexin û bi vê sîyasetê nekevin nava gel, wê careke din gelek zehmet bibe ku di civakê de vê bingehê peyda bikin.Ger em dixwazin ji dagirkerîyê xelas bibin, divê em ji pergala dagirker veqetin û bingeha pergala xwe amade bikin. Ji bo vê jî divê li hemû parçeyan serxwebûnxwaz bigihêjin hevudû, formuleke ji bo bi hevudûre koordine tevbigerin bibînin û li ser vê formulê ji pergala dagirker veqetin û destpêka avakirina bingeha pergala xwe bikin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ14.07.2015

Back to top button