Civak

Pêşmerge şerê terorizmê dikin , parlementer çi ji çekan bikin?

Hêzên Pêşmerge dilgiran in ji wê yekê ku Wezareta Pêşmerge çekan bide parlamenterên Kurdistanê û dibêjin bo parastina Kurdistanê me sînga xwe kiriye qelxan û mertal, me parlamenter dê çibkin ji çekan ku bi nîv melyon dolar çek ji wan re bê kirîn.Bi îmzeya sekreterê Parlamentoya Kurdistanê peyamek bo Wezareta Pêşmerge hatiye şandin ku wezaret 111 çekên kelanşikof, 111 demançe, 13 hezar û 200 gulle, 444 mexzenên demançeyan û 3300 fîşek demançeyan bide parlamenterên Kurdistanê û wezaret jî razî bûye.Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand: “Ew çek û pêdviyên leşkerî ku ji aliyê sekreterê parlamentoyê ve bo parlamenteran hatine daxwazkirin, em wek fraksiyona PDKê wan red dikin û dibêjin ew wernagirin. Hêzên Pêşmerge yên ku di eniya şer de ne û çekên wan kêm in, bi dilgiranî dibêjin: Bila Parlamentoya Kurdistanê di xema Hêzên Pêşmerge de be, ku sîngên xwe kirine mertal bo parastina Kurdistanê, ne di xema parlamenteran de be û bi 500 hezar dolar ji wan re çekan bikire.”Emîd IzedîmSindî, Fermandarê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Bila di serî de Parlamentoya Kurdistanê rewşa Hêzên Pêşmerge û welatiyan li ber çav bigire û pirsgirêkên wan çareser bike. Pêşmerge li eniyên şer sînga xwe kirine mertal bo parastina gel û welatê xwe û hejmarek zêde jî şehîd û birîndaran daye. Gerek parlamento çekên zêdetir û xwarina baş bo Hêzên Pêşmerge peyda bike, ne çekan ji xwe re bikire. Wa em dibînin di saya serê Pêşmerge cîhan me nas dike.”Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Hêzên Pêşmerge Lîwa Muslih Zêbarî ku li Kobanî bû ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîstiya Hêzên Pêşmerge bi çekan heye ne ya parlamentoyê, Herêma Kurdistanê bi parlamentoya xwe jî bi saya serê Pêşmerge parastî ye, ma ji ber çi parlamento dê bi 500 hezar dolar çekan bikire. Di vê demê de bi wan pereyan ji Pêşmerge çek bên kirîn baştir û pêwîstir e, ji ber ku niha jî Hêzên Pêşmerge sînga xwe kiriye qelxan û mertal û şerê DAIŞê dikin.” 

Back to top button