Divê refarandum li navçeyên 140ê pêkwerê

Serokê Fraksiyona PDKê ragihand ku, bo yekalîkirina pêşeroja navçeyên kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê wan pêşniyarqanûnek pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kiriye û daxwaz dikin li wan navçeyan rapirsî pêk were. umit_Xosnav_617663096Omêd Xoşnaw Serokê Fraksiyona PDKêOmêd Xoşnaw Serokê Fraksiyona PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi mebesta yekalîkirina pirsa navçeyên kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, îro me wek Fraksiyona PDKê pêşniyarqanûnek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir, ku em di wê pêşniyarqanûnê de daxwaz dikin rapirsî ango referandûm li wan navçeyan pêk were. Ji ber ku ji her kesî re diyar bû ku ew navçe yên Herêma Kurdistanê ne û Hêzên Pêşmerge wan diparêzin.”Xoşnaw wiha got: “Em daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê dikin ku bilez wê ew pêşniyarqanûn bikeve bernameya kar û em ji hemû aliyan dixwazin ku div ê mijarê de alîkariya me bikin û piştgiriya wê bikin.”Omêd Xoşnaw wiha domand: “Tenê xelkê wê navçeyê dikarin biryarê li çarenivîsa navçeyên xwe bidin ew jî bi vegerê bo ser Herêma Kurdistanê, lewma em wek PDKê rijd in li ser daxwaza xwe ji ber ku mafekî rewa ye.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: