Polîtîk

Divê qanûnên Kurdistanê bên nû kirin

 

Li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi amadebûna cîgirê xwe Îmad Ehmed digel Civata Şora ya herêma Kurdistanê civiya û kar û xebatên wê nirxandin.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî behsa giringiya hebûna Civata Şora li herêma Kurdistanê kir û got:

– Herêma Kurdistanê û ew pêşkeftin û qonaxên herêma Kurdistanê di hemû waran de gihiştiyê, pêwîstî bi wê yekê heye ku, hemû yasa û qanûnên herêma Kurdistanê di berçavan re bên derbas kirin û bi awayekê bên amade kirin digel statu û pêşkeftinên herêma Kurdistanê biguncin.

– Divê qanûnên herêma Kurdisdtanê li ser esasekê mokim û sxlem û li gor pêdawîstiyên vê serdemê bên amade kirin. Ji ber ku, esasê her hukimdariyek û îdareyeke serkeftî hebûna qanûnên baş û minasibin ku, digel pêşkeftin û qonaxên vê serdemê bi awayekî ku, paşeroj û pêşkeftinên paşerojê jî di wan qanûnan de liberçavan bên girtin.

– Ji bona diberçavan re derbaskirina qanûnan, herêma Kurdistanê dikare sud ji pispor û şarezayên biyanî werbigire. Divê komîteyek bê pêkanîn û ji wan qanûnan dest pê bikin yên ku, nuha ji bo herêma Kurdistanê gelek pêwîstin.

 

Back to top button