Arteşa Îraqê û pêşmergeyê Kurdistanê rû bi rûyê hev dibin
Cebar Yawer sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de red ku arteşa Îraqê hêzên pêşmegeyê Kurdistanê dorpêçkiribe û dibêje:
– Rewşa normal e û heta niha ti hêzên pêşmerge li navçeyên veqetayî ji aliyê artêşa Iraqê ve ne hatine dorpêç kirin û ti nakokî nînin.
Yawer di daxuyaniya xwe de dibêje ku, çavkaniya nûçeyan derbarê pêşmergeyê Kurdistanê bi tenê wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê ye û ti kes, nawend û sazîyan ew maf nîne bi navê pêşmerge daxûyaniyan bidin:
– Ew nûçeya arteşa Îraqê belav kirî ku qaşo li devera Qereyatax arteşa Îraqê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê dorpêç kirine neraste û ti esas jê re nîne.
Li gor hin çavkaniyan, duhî hêzeke artêşa Iraqê berê xwe da gundê Qereyatax yê girêdayî Qeretepe û ji ji hêzên pêşmerge xwestin ku ji wê navçeyê vekişin.