PolîtîkRojev

Divê pirsa kurd bi destûrê çareser bibe

Di derbarê pirsa kurd de partiyên siyasî yên Tirkiye ne Zelalin.Herkes bi awayekî behsa pirsa kurd dike û dibêjin emê çareser bikin,lê ji roja cumhuriyeta Tirkiye hatî damezirandin heta wek îro ev pirs bi tu awayî nehatiye çareser kirin. Niha jî du partî ji AKPê veqetiyane,DEVA û Partiya Pêşerojê. Herdu partî jî behsa pêwistiya çareseriya pirsa kurd dikin lê çewe? Nabêjin bi gotinên gelemperî ji vê pirsa girîng derbas dibin.

Serokê Partiya Pêşerojê yê şaxa Diyarbekirê Aydin Altaç hevpeyvîneka xwe de li gel rojnameya Duvar, behsa pirsa kurd dike.

Altac di nava AKPê de siyaset dikir û navbera salên 2013-2015 serokê AKPê yê şaxa Diyarbekirê bû. Altac piştî bûyerên Kobanê ji serokatiyê xwe da aliyekî lê di nava AKPê de siyaset dikira. Nihajî li gel Ahmet Davutoglu siyasetê dike.

Altac di hevpeyvîna xwe de behsa du xalên girîng dike.

  • Yek jê li ser daxûyaniya parlementerê berê yê HDPê Osman Baydemir tiştên girîng dibêje. Baydemir di daxûyaniyek a xwe de gotibî ku, di wextê xwe de HDPê ji bo koalisyonekî li gel AKPê avabikin 3 pêşniyar ji bo AKPê birine. Altaç di vê derbarê de dibêje: Xwezî Baydemir biguta ka gelo çi pêşniyar birine û AKPê çi bersiva wan daye. Pirsên halê de divê mirov guh bude herdu aliyan jî. Lê dema ku Baydemir dibêje Ahmet Davutoglu serokwezîr  bû. Davutoglu tekflifa koalisyonê ji HDPê re xwest bibe. Davutoglu eşkere got ezê HDPê bibînim û emê li ser koalisyonê xeber bidin. Lê Siri Sureya Onder hevserokê wî demî yê HDPê, bersiva Davutoglu da û got: Eger Davutoglu bêjî dê tenê çayek me ya kaçax vexê û herê.
  • Li ser pirsa çareseriya pirsgirêka kurd,Altac dibêje: Tirkiye mecbûre hinek tedbîrên ewlehiyê bistîne. Kesek li dijê vê dernakeve.Eger mirov di rastiyê de bixwaze pirsa kurd çareser bike divê di serî de guhertinên destûrî pêkwerin.Ji fermikirina zimanê kurdî bigre ,heta xwendina ziman di zaningehan de gelek guhertinên destûrî pêwistin.Gerek nasandina hemwelatiyê bê guhertin.

Eger pirsa Kurd bi awayek destûrî bê guhertin dê ev pirs bê çareserkirin.Hingê kesek behsa pirsa kurd nake û pirsgirêka ewlehiyê jî tê guhertin.Kuştin jî ji holê radibe û istikrarek civakî peyda dibe.

Back to top button