Polîsê federalî yê Iraqê di çarçoveya rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin, hemû alayên kom û milîsên çekdarên girêdayî PKK û Heşda Şeibî anîn xwar.
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl tekezî li ser dirustiya vê pêngava polîsê federalî kir û ragihand, ev helmet di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de, hatiye pêkanîn.
Polîsê federalî yê Iraqê ku li Şingalê hatiye bicihkirin, îro 27ê Mijdarê alayên her yek ji milîsên ser bi Heşda Şeibî, Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) û hêzên Êzîdxanê, hatin xwarê û tenê ala Iraqê hat bilindkirin.
Li gor rêkeftinê, hêzên polîsê federalî li sînorê Şingalê têne belavkirin û heta sînorê Sûriyê dirêj dibe bi mebesta parastina wan deveran.
Roja 9ê Cotmeha 2020an, Hewlêr û Bexda li ser rewşa Şingalê û siberoja wê deverê, rêkeftinek îmze kiribûn ku li gorî wê rêkeftinê hemû komên çekdar ji Şingalê têne derxistin.
Herwiha di çarçoveya rêkeftinê de, ji aliyê îdarî ve îdareyeke nû tê hilbijartin, hêzeke xwecihî tê pêkanîn û navendeke hevbeş a Kurdî û Iraqî rewşa ewlehiya deverê îdare dikin.
Dîsa li gor rêkeftinê hemû milîs ji navenda navçeya Şingalê têne dûrxistin û ji aliyê avakirinê ve jî zemînsazî ji bo vegerandina koçberan tê kirin û hewla avakriina Şingalê tê dayîn.