Nivîsar

Divê parlamentera Goranê daxwaz lêborînê bike.

Rojnamevan û nivîskarê navdarê kurd Felekedîn Kakeyî nivîsek li jêr navê (ez vê bi meseleya xwe dizan im) di rêjnameya Xebat organa Partiya Demokrata Kurdistanê de weşandiye û tê de daxwazê ji parlamentera ser bi Tecgera Goranê dike ku,daxwaz lêborînê ji gelê Kurdistanê bike.

Kakeyî dinivîse:

–      Xelkê Helebceya Şehîd, senter û komeleyên kurdistanî daxwaz ji wê xanima parlamentera kutleya Goranê kir ku, ji gotinên xwe poşman bibe û daxwaza lêborînê ji xelkê Kurdistanê bike. Em çaverêy helwesta poşmaniya wê xanimê bûn yaku, li hola pîroza parlamentoya Kurdistanê şekerek şikand ku, qaşo Sedam ji we bi şereftir e yan baştir e ku, her du peyv jî di warê sivkatîkirin bi pîroziyên me,  yek manayê didin. Ez ecêbmayî dibînim ku serokatiya parlamentoyê li hember axaftinên wê xanima ku, sivkatî bi şerafet, keramet û pîtoztirîn hestê netewî kirîn sar bû.

Felekdîn Kakeyî di berdewamiya nivîs xwe de dibêje ku, bese, birîndarkirina hesta netewiya xelkê Kurdistanê û şehîdan, ji xwe ew parlamentoyê ew xanima parlamenter husa bi neheqî û nerewa Sedam Hisên ji hemûyan baştir û şerftir bizane, bi tenê parlamentoya frkasyona wê xanimê nîne:

–      Ez nizanim xanima parlamenter, tu şerafet û kerameta mirovî bi çû pîvan dipîvî? Yal li ba te wisaye ku dirindetirîn desthilatdarê xwînrêj û bikujî sedan hezar kurdên bê tawan, şerîftirîn mirov e? Eve çi têgihiştine li mirovdostî, rêzlênana mirovî û kerameta mirovî?

Li dawiyê Kakeyî dinivîse ku, erê çima hizib, civaka medenî, saziyên rewşenbîrî û akademîk û rêxistinên civaka medenî li hember wê sivkatiya mezin bo keramet û şerfeta me hemûyan bêdeng in, yaku wê xanimê gotî ne azadîya raderbirînê ye, ne mafê parlamenteran e. bi deham salane ji bona azadî û serbestiyê gelê kurd liberxwe dide, ne ji bo ku, bi awayekî neadil sud ji wê derfeta azadiyê bê wergirtin û sivkatî bi tekoşîna gelê kurd bê kirin.

 

 Weke tê zanîn di civîna parlamentoya Kurdistanê aroja 30.06.2013ê de dema alozî di navbera partiyên li ser desthilatê û opozisyonê de çêbûy, parlametereke ser bi tevgera Goran ve bi dengegkê bilin qîrand ku, Sedam ji parlamentoya Kurdistanê şerîftir e.

Back to top button