Polîtîk

Li Rojhilatê kurd partiyeke legal dixwaz in

Digel hewldanên serokkomarê nû yê Îranê Hesen Rûhanî bo pêkanîna kabîneya xwe, li Rojhilatê Kurdistanê jî kurd amadekariya damezrandina partiyeke nû dikin.

Li gor malpera Rojhilat Times, Roja înê li bajarê Sine hejmareke zêde ya çalakvanên siyasî û civakî yên kurd, piştî nimêja înê civînek lidarxistin û têde çawahiya damezrandina partiyeke kurdî gotûbêj kirin.

Hevdem beşeke din a kurdên Rojhilatê Kurdistanê hewl didin di nav wê partiya nû de cîh bigirin ku biryar e wek partieyeke reformxwaz a seranserî Îranê bê damezrandin.

Gelek partiyên mezin û resen ên Rojhilatê Kurdistanê hene, lê belê Komara Îslamî ya Îranê hemûyan neyasayî dibîne, loma partiyên siyasî yên kurdî serê çend  salane dibe li derveyê welat  dimçnin û bi awayelî îlegal li dijî sîstema Komara Îslamî xebatên xwe berdewam dikin.

 

Di sîstema siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê de hîç partiyek nikare bê damezrandin ger rêberê mezin yê Komara Îslamî ya Îranê  qebûl neke. Herwiha di sîstema siyasî ya Îranê de kurd wek netewe nayên hesabkirin. Kurd û neteweyên din yê li Îranê hemû weke îranî tên hisba kirin. Basnews

Back to top button