Rojev

Divê meydana Sûriyê ji bo xebata hemû aliyan vekirî be

Li gorî nûçeya Rudawê,serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew digel mafê gelê Kurd li Sûriyê ne di nava dewleta Sûriyê de. Barzanî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî rexne kir.

Nêçîrvan Barzanî di programa “hevpevyîna taybet” a televizyona el-Erebiye de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û koçberê Rojava li Başûrê Kurdistanê jî kir.

Serokwezîr Barzanî di bersiva pirsekê de derbarê nakokiyên digel Hevserokê PYDê Salih Mislim de got “Nakokiya me digel Salih Mislim li ser yek pirsê ye. Em dixwazin meydana Sûriyê ji bo xebat û karê hemû aliyan vekirî be û ne tenê ji bo aliyekî be”.

Barzanî tekez kir ku tiştê ku PYDê niha li Rojavayê Kurdistanê dike ewe ku siyaseta ihtîkarê bikar tîne û ev nakokiya sereke ya Herêma kurdistanê digel PYDê ye.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ew bi mafê gelê Kurd re ne di nava dewleta Sûriyê de û wiha anî ziman: “Em dixwazin gelê Kurd mafê xwe di nava dewleta Sûriyê de werbigirin û ew çawa wan mafan bi destdixin ev ji bo wan vedigere”.

Derbarê rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê de yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, Barzanî got “Pirsa koçberên sûrî yek ji pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ye. Ev cara yekê ye ku ez dibêjim Bexda vê yekê ji xwe re nabîne pirsgirêk, nêzîkî 250 hezar penaberên sûrî hene û heta niha Bexdayê tenê 10 milyon dolar ji wan re terxan kirine û ez nizanim ka ew alîkarî hemû gihane yan na”.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi piştgiriya Bexda û welatên derve heye ji bo alîkarîkirina koçberêna Rojavayê Kurdistanê û got “Em dibînin ku ev koçber wê demeke dijêjtir bimînin.

Derbarê çûna xortên Başûrê Kurdistanê bo Sûriyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got “Em dixwazin bizanibin bê çi tiştekê li pey çûna xortan bo Sûriyê heye, em dixwazin bizanibin ew kes ji bo çi diçin û ji bo kî diçin û kî alîkariya wan dike”.

Back to top button