Nivîsar

Di berfê de dewlemend şemitîn xîzan çerixîn

Berf hat  û hat, çîya û zozan gund û bajar  sipî bûbû,xemilî bû,lê ev rengsipîya jiyanê xemanî anîbû bixwere, gelek di binê kon û naylonade bê mal û war bûn qefilin bêlkî şorbake wan jî tunebû ,jixwe tunebûjî  ketibûn heyra zarok û extîyaran ji xizanîya sermê  jiyana xwe jî ji dest dan geleka.

Rê hatibûn girtin ,nexweş û jinê zayînê  asê mabûn di xizanîya berfêde.

Sobê gelekan tune bûn,êzing tunebû komir tunebû ,zarok di lerizîn,dest û lingê wan minabû keşayê  di çavên wande bê çarbûn hebû dil dêşîya gelo wan zarokan xeyala çi dikirin di wê demeda zarokê bê pêlav di nava berfêda  digerîyan.

Feqirî, xizanî bi her rengê xwe li holêbû,bêmal u bê warbun bê xwarin û bê şorbaka germ dijîyan feqîr.

Navê wê jiyanê çibû ?

wan jî dixwest ku di ber kalorîferê de anjî li ber sobaka germ çayaxwe danîya ser û li ser sifrakê bicivina û goştê elokan û şorba  germ vexwera lê çerixîbûn di jiyana bê edalet bê vekhevîyêda.

Dewlemendê me jî sibêhê rabûn ku xemilîyê der dor bi berfa sipî ku jiyana wan î sipî hinekî din jî sipî bûbû.
Ewê taştîyake herî devlemend û bi hêz bixwun da ewê derkevin bilizîn an jî ewê herin şemitandinê ku nexweş nekevin.

Pêwîst bû taştiyake dewlemend ji wanre, xwarin.! tevde taştîya xwe  birezê cil û qocix , botîn ê herî baş li xwe kirin, lepik kirn destê xwe derketin, ê ku li otêlan ci weqetandibûn,ewê bi goştê elokan û şereba sor li bişta pencerê bixwarina tema berfê derxistina li wur.  Cilê şemitandinê jî  hebûn ,wan cilana jî ji wanre amade bû da xwe piştî vexwarina şeraba sor ica dora ku xwe bişemitînin,û wekî teyr û xezalan bifirin li ser berfa bê dawî   de.

ZÎNÊ AMEDÎ

Back to top button