Nivîsar

Divê medya bi berpirsiyarî nûçeyan belav bike

 

Dixwazim ji hevalên ku niha li başûrin tikayeke bikim.

Li ku derê cihanê dibe bila bibe, ewlekariya netewî xeta sor a wî welatî ye.

Dema tehdîtek li ser ewlekariya netewî hebe divê hemû kes ji berjewendiyên welatê xwe re pir bihîzyarî hesas be û di rewşên wiha de rêzikên ku bê şert û merc pêk bînin hene.

Êrişê ku terorîstên DAÎŞê bir ser başûrê Kurdistanê bû sedem ku di tevahiya welat de atmosferek şer çêbibe. Di demek wiha de ku ji dêvla ku hemû Kurd piştevanên artêşa Kurdistanê bin ku li hember êrişan têdikoşin, bi taybetî medyaya Kurdan berpirsyariya xwe yê ku hewce dikir nîşan bide nîşan neda.

Di serî de ANF, BASNEWS, Xandan û Rudaw resmen nûçeyên ku wê moralê Pêşmergeyan û gel xera bikin çê kirin.

Daxuyaniyên ku peywirdarên fermî didan berevajî kirin. Nûçeyên ku zirarê bide pêlingên fermande û neferên artêşa Kurdistanê çê kirin. Li hemû welatên cihanê kî dibe bila bibe sûcek wiha kiribe misoger wê derxin hember dadger û wê bê xwestin ku ji wan hesab bê pirsin.

Ez tam di vê xalê de ji hevalên bihistiyar ku li başûrin tika dikim bila di derbarê saziyên çapemeniyê ku bi nûçeyên derew û şaş moralê artêşa Kurdistanê xera dikin, li dadgehên Kurdistanê dozê vekin.

Divê li welatê me dadgehên me ji kesên ku ewlekariya me yê netewî tehdît dikin misoger hesabê bipirsin ku di rêya dewletbûnê de bi gavên bibiryar bimeşin.

Back to top button