Polîtîk

Divê madeya 140 zû bikeve kar û dagîrkerî bidawî were

Rojên derbasbûyî li navçeyên Kurdistanî yên Mexmûr û Sergerdan û Kerkûk û Xaneqîn jibilî proseya dagîrkirina erd û gundên Kurd, bi sedan donim genim û cehê Kurdan hatine şewitandin. Seroka Frakisyona PDK di Parlemantoya Iraqê de Dr. Viyan Sebrî ragihand ku wan daxwaz kiriye madeya 140 bilez bikeve kar de û zilm û dagîrkariya ser wan navçeyên Kurdistanî bidawî were.

Dr. Viyan Sebrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Me daxwaz kir ku zilm û zordariya ser Kurdên navçeyên Kurdistanî bidawî were. Ji ber ku ev çend roj e ku Ereb erd û genim û cehê Kurdan dişewitînin û herwiha erd û gundên Kurdan dagîr dikin û ziyaneke mezin gihandine navçeyê. Lewma jî me daxwaz ji hersê serokatiyên Iraqê kiriye ku çareseriyekê ji vê kêşeyê re bibînin.”

Sebrî wiha got: “Em daxwaz dikin ku ew pirsgirêk bi hevahengî di navbera herdû hikûmetên Kurdistanê û Iraqê de çareser bibe û hêzeke emnî hevbeş li wir cîbicî bibe û ew kar û bûyer bidawî werin û destûr were cîbicîkirin û bilez madeya 140 bikeve kar de û me daxwaza wê yekê ji serokatiya Parlemantoya Iraqê kiriye. Divê ji aliyê leşkerî û îdarî ve rewş li wir çareser bibe.”

Back to top button