Polîtîk

Burkay: Li gorî min Ocalan di bin tecrîdê de nîne

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser peyama Ocalan û egera proseyeke nû ya çareserîyê didomin. Nivîskar û sîyasetmedarê Kurd Kemal Burkay ji bo Kurdistan24ê axivî û da zanîn ku ew peyama Ocalan erênî dibîne û divê kesên k udi greva birçîbûnê de ne dev jê berdin. Herwiha Burkay li ser mijarên wek tecrîda ser Ocalan, egera proseyeke nû û li ser hilbijartinên şaredarîya Stenbolê jî daxuyanîyên taybet da.

Karvedanên peyama rêberê PKKê Abdullah Ocalanê zîndanî ku cara ewil piştî 8 salan li gel parêzêrên xwe hevdîtinê pêk anîbû didomin. Peyamên Ocalanî li Tirkîye û bakurê Kurdistanê rê li ber nîqaşên ji nû ve destpêkirina proseya çareserîyê vekiribû, lê belê ev mijar û îdia ji alîyê rayedarên hikûmeta Tirkîyeyê ve hatibû redkirin.

Nivîskar û sîyasetmedarê Kurd Kemal Burkayê ku di van salên dawî de ji sîyaseta aktîf dûre û bes bi xebatên Komeleya Weqfa Rîya Azadîyê re mijûl e, li ser mijarên rojevê bersiv da pirsên Kurdistan24ê. Burkayê ku peyama Ocalan erênî dibîne, dibêje heyfa wan keç û xortên Kurdan e ku xwe dane ber mirinê, lewra dawîyê vê xwekuştin e. Li gorî Burkay, kesên ku bi sedema “deyndarîya Ocalan” keç û xortên Kurdan teşwîqê greva birçîbûn û rojîya mirinê dikin ew ne dostên Kurdan e.

Kemal Burkay-nivîskar û sîyasetmedar, got:”Di peyama Ocalan de ku tê gotin bila ew kesên ku di greva birçîbûnê de ne jîyana xwe ji dest nedin, gotinên xirab nîn in. Ez bixwe jî dibêjim ku ev greva birçîbûnê û rojîya mirinê tiştekî gelekî şaş e ji bo wan xortan.”

Kemal Burkay gotineke ku nîqaşan bixwe ra bîne tîne ziman û dibêje; “Li gorî min Ocalan di bin tecrîdê de nîne û belkî Ocalan bixwe naxwaze di vê konjuktorê de peyameke bide û hevdîtnan pêk bîne”

Kemal Burkay-nivîskar û sîyasetmedar, got:-“Bi raya min Ocalan di bin tecrîdê de nîne. Çima nîne? Yanê belkî Ocalan bixwe jî, div ê qonaxê de naxwaze xizmên xwe bibîne. Naxwaze mesajeke bide. Belê vê dawîyê mesajeke da. Ev mesaj tiştekî din e. Em li ser vê jî qise bikin. Lê ev mesela tecrîdê ne tiştekî rast e. Ocalan ji derwelêt hatîye nehatîye, li girava Îmralîyê di bin tecrîdê de nîne. Şertên wî baş in. Nihal i cem wî hevalên din jî hene.”

Sîyasetmedarê bi ezmûn li ser egera proseyeke nû ya çareserîyê jî pirsa me dibersivîne û dibêje; “Ez di demekî nêzîk de îhtîmala pêvajoyeke nû nabînim, lê heke dest pê bike wê gelek baş bibe.”

Kemal Burkay-nivîskar û sîyasetmedar, got:”Bi raya min îhtimaleke teze tune. Ango li gor 3-4 sal berê rewş gelekî guherî, bi paşve çû. 3-4 sal berê hikûmeta Ak Partî, bi Kurdan ra rûdinişt. Qe nebe bi PKKê ra, bi rêberên wê ra rûdinişt da ku çareserîyeke bibîne. Yanê PKK dev ji sîlehan berde. Daxwaza bingehîn jî ew bû. Lê rewş nerm bû. Ango dema wê pêvajoyê de şer tunebû. Ev tiştekî baş bû. Lê rewş guherî û peywendî qut bû. Hikûmet bû hevalê Bahçelî û MHPê. Jixwe sîyaseta MHP jî gelekî li dijî Kurdan e. Ji bo vê yekê ez di nêzîk de îhtimala pêvajoyeke nû nabînim.”

Herwiha Kemal Burkay li ser jinûve hiblijartinên şaredarîya Stenbolê jî rawestîya û got, li gel ku Îmamoglu qezenc kiribû jî heqê wî jê hat standin. Lê belê li gorî Burkay, derbarê meseleya Kurdan de sîyaseta CHPê ji ya AKPê cudatir nîne û Ekrem Îmamoglu û rayedarên CHPê tevî ku bi saya Kurdan biserketin jî ji bo meseleya Kurdan tu tişteke berbiçav negotine û nabêjin jî.

 

Back to top button