Divê li hevhatin ji bo berjewendiyên netewî be

JI RAYA GIŞTÎ RE

Hilbijartinên li Tirkîyeyê yên ku di 12ê Hezîrana 2011an de dê pêkwerin, ji bo kurdên bakur grîng in. Helwesta kurdan ya di vê hilbijartinê de, dê rewşa kurdan ya pêşerojê li ber çavan raxîne.

Li Bakurê Kurdîstanê rê li ber polîtîkayeke serbixwe û çarenivîssaz hatiye tengkirin. Ev demek dirêj e ku rêxistin û tevgerên li Bakurê Kurdistanê di nava lêgerîneke neteweyî de ne. Ji bo avakirina alternatîfeke hemdem, ji bikaranîna zorçoyiyê paraztî, li ser bingehê kesayetî û bi şêwaz û rêbazîya demokrasîya rojavayî, hin hêz û rêxistinên kurd hatîn ba hev. Ev hêz û rêxistin, li pey lihevkirinekê bûn. Di pêvajoya ji bo vê lihevkirinê de, hin pêngav hatin avêtin. Berbihevhatina hêz û rêxistinan ne ji bo hilbijartinan bû, belkî ji bo avakirin û sazkirina alternatîfeke kurdan bû. Lê mixabin ji bo hilbijartinan, hin hesabên biçûk hêvîyên avakirina alternatîfeke ku me li jorê binavkir stuxwar hişt, hesabên ji bo kesayetiyê da ser berjewendîyên neteweyî û bawerî û îlkeyên ku hin kes jê nedihatin xwarê, bi erzanî ketin ber lingan.

Pirsa lihevhatin û lihevkirina kurdan pirseke pirr girîng û çarenivîssaz e. Lihevhatin û lihevkirin divê beriya hemû tiştî bi pîvan be. Di destpêkê de, ev lihevkirin, divê ji bo berjewendîyên neteweyî be û bibênebê, di ser berjewendî, vîyan û daxwazên kesayetîyê re be. Di pey re; divê hêz û aliyên lihevdikin û li hev tên bi hev bawer bin ku tu pirsnîşanên nedurustîyê li ber navên wan tunebin. Bi gotineke din divê hevûdu bi xiyanet û sîxuriyê tawanbar nekiribin û nekin.

Çîrok bigihê sersedê an negihêjê, helwesta Brêz Şerefettin Elçi û yên wekî wan difikirin, helwesteke tengbîn û bi hiljiartinên li Tirkîyeyê ve girêdayî ne û ne helwesta hewildana pêngava hatibû avêtin e. Her weha Helwesta HAK-PARê jî bazara li kijan bajarî an çend kes ji bo namzedîyê bêne destnîşankirin, ne pîvanên bîr û baweriyên bingehîn in.

Rojeva tirkîyeyê ya polîtîk li gora dem û pîvanên berê gelekî hatiye guhertin û roj bi roj ev guhertin berfirehtir dibe. Statukoparêz dîsa bi xewnên demê, berê xwe didin serhev û li pey fersenda xwe ne. Partiya desthilatdar guloka xwe dirêse. Kurd bê pîvan, bi eşqa gihîştina parlementoyê hêjayiyên xwe binpê dikin.
Pêvajoya di pey hilbijartinên 12 Hezîranê de, pêvajoyeke bi gelek berfirehbûnên polîtîk, yên nû dagirtî ye. Ji her demê bêtir pêwîstî bi pevxistina deng û rengê kurdan he ye. Ev dengbihevxistin ya bi şexsiyet, li ser bingehê berjewendîyên neteweyî û bi pîvan, dê her dem di rojeva Lêgerîna Kurdên demokrat de bicîhbuyî be.

Digel rêz û silavan

12.04.2011

LKD Lêgerîna Kurdên Demokrat

Nerîna min :