Îroj

14'ê Avrêl

14’ê Avrêl

Di sala 1925’an û di rojekî wekê îroyê de Xalid Begê Cibirî û Yûsif Ziya Beg ji aliyê Dewleta Tirk ve li bajarê Bedlîsê hatin şehîd kirin.

Xalîd Begê Cibirî

Xalit Begê Cibirî damezrêner û serokê Rêxistina Azadî bû.

Di sala 1882’î li Gimgima Mûş ê hatiye cîhanê. Ji eşîra Mala Sur (Mala Sûwar) e. Di dibistanên leşkerî yên Osmaniyan de dixwîne, dibe Mîralay. Ew û Şêx Seîd him pisxaltiyê hev in him jî ew bûrayê Şêx e.

Demekî li Filistinê dixebite. Şerê Cîhanê yê 1. de li Erziromê û Agirîyê, dijî Rûsan şer dike. Piştî Komkujiya Ermeniyan dikeve nav hewldana rêxistina Kurdan. Di sala 1920’î de wek mîralay li Erziromê dest bi xebate dike.

Di sala 1921’î de Rêxistina Azadiyê dadimezirînin. Di vî rêxistinê de gelek şêx û mîrên kurdan cih digirin. Bi taybetî jî, Mebûsê Bedlîsê Ûsiv Ziya di warê birêxistinkirina gel de ristek mezin dilîze. Ji xwe ber vê yekê jî di gelek çavkaniyan de Xalid Beg him wek serok him jî wek berpirsiyarê leşkerî, Yûsiv Ziya jî wek berpirsiyarê siyasî tê ravekirin. Lê mixabin hîn derfetên lêkolînên li ser vê rêxistinê nîne û hîn gelek tişt baş nayê zanîn.
Di 14’ê avrêlê 1925’î li Bedlîsê bi tevî û Ûsiv Ziya çar hevalên xwe yên din tên dardakirin.

Ew heya Çileya dawî ya 1925’î, ango heya dawiya jiyana xwe ji bo Kurdistanek serbixwe xebitî û goncan bi Kemalîstan re qebûl nekir. Gorî rojnameyên Tirkan ên wê demê û qeydên fermî, li Bedlisê beriya kû wî li sêdarê bidin wiha digot: “Ez li hemberê we ne tenê me. Li pişta min, li Îranê, li Mezopotamyayê û li Tirkiyeyê neteweyaka mezin, Kurd dijî. Hûn îro min ji holê radikin lê baş bizanin kû sibê, wê sibê neviyên me we ji nav bin

Yûsif Ziya Beg

Yûsif Ziya Beg , di sala 1882an de li Bedlîsê tê dinê. Ji malbateke namîdar a Bedlîsê ye. Sûltaniya Bedlîsê xelas dike. Serekatibiya Maarîfê, Mebûsiya Bedlîsê û edamtiya Dadgeha Îstîklalê ya Kastamonûyê dike. Têkiliya wî ya bi tevgera neteweyî ya Kurd re bi xêra derdorên welatparêz çêdibe.

Di komelên Kurd dixebite û kovarên kurdî de nivîsên wî derdikevin. Di Kurdistan Tealî Cemiyetî (Komela Bilindkirina Kurdistan) de digire. Dibe wesîle ku Kurdistan Tealî Cemiyetî û Kurdistan Îstîklal Komîtesî (Komela Azadî a Kurdistan) bigihîjin hev, tevgera Azadî bi vê yekbûnê dest pê dike. Bi heman awayî di Parlementoya Tirk de mafên Kurdan diparêze. Piştî ku li Lozanê Tirk û Îngilîz li hev dikin, Yûsif Ziya efendî li ser perçebûna Kurdistanê dikeve tirs û fikaran. Piştî lozanê tevgera Azadî dest bi xebatên Serhildanê dike. Yûsif Ziya di nav xebatên serhildanê de li Erziromê tê girtin. Ew û çar hevalên wî yên serokên Kurdan, ji aliyê dewleta dagirker û mêtinger roja 14ê nîsanê 1925an li sûka Bedlîsê tên dardakirin.

Back to top button