Divê kurd bêne parastin
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar dibêje, “Divê êrişên li ser Kurdan bên rawestandin û civaka navneteweyî li hemberî wan mêrxasan berpirsiyar e.”
Gurubên opozisyona Surî yên ku Tirkiye pişgiriya wan dike êrîşê Minbicê kirin û ji bin kontrola YPGê derxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de rewşa Sûriyeyê û êrişên li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî nirxandin.
Gideon Saar di axaftina xwe de behsa kêmneteweyên li Sûriyeyê û parastina wan kir û got:
Îro danê sibê li Wezareta Karên Derve di civîneke çapemeniyê ya biyanî de, min bal kişand ser girîngiya parastina kêmneteweyan li Sûriyê. Êrîşên li ser Kurdan ên ku me duh li Minbicê dît, divê rawestin! Em vê yekê bi hevalên xwe yên li rêveberiya DYA û welatên din re nîqaş dikin. Civaka navdewletî erkekî exlaqî li hember wan kesên ku bi mêrxasî li dijî DAIŞê şer kirine û herwiha hêzeke aramker li Sûriyê ne, heye!