Polîtîk

Divê hişyar û ji tund û tijiyê dur bin

Xwepeşandan li hinek bajer û bajerokên Kurdistana Başurê berdewam e.Mixabin di van xwepêşandanan da hinek avahiyên dewletî û partiyên siyasî hatine şewitandin.Bê guman xwepêşandan li dijî hinek pirsgirêkên çivakî, siyasî û aborî mafekî rewa ye.Lê belê bi kar anina tund û tijiyê, ruxandin û şewitandina avahiyan ji aliyê xwepêşanderan ne tenê mafek nîne, her usa zirar dide daxwazên rewa.Tund û tijiyê pirsgirêkan çareser nake, berovajiyê aloztir dike û dibe sedema vê yêkê, ku dewletên nehezên Kurd yên navçeyê destê xwe dirêjê kar û barên navxweyî bikin.Tund û tijiyê her usa deskevtên netewî, yên ku berhema xwîna şehîdan û xebata bi salan e, dixe metirsiyê.Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK daxwaz ji xwepêşanderan dike aram û li serxwe bin, bi hişyarî tevbigerin, daku rewş aloztir nebe û destkevtên netewî nekevin bin metirsiyê.PSK, daxwaz ji hêzên asayişa Herêma Kurdistanê dike, ku li ser halwesta xwe ya nerm û aramîbehş berdewam be.PSK ji hemu hêzên siyasî yên Kurdistana Başur daxwaz dike, bona çareser kirina pirsên navxweyî û parastina destkevtên netewî destê xwe bidine hevdu û nehelin xernexwazên Kurdistanê destê xwe dirêjî kar û barên wan bike.19.1.2017Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK 

Back to top button