Cîhan

Divê hêzên navdewletî rê nedin mezinbûna DAÎŞê

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsolê Yekîtiya Ewropayê Ramon Blecua û Kordînatorê Dije Terorê yê Yekîtîya Ewroyaê Gilles de Kerchove kir. Barzanî sedemên zêdebûna tevgera DAIŞê li çend bajarên Iraqê aşkere kir.

Îro Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligeş Konsolê Yekîtiya Ewropayê Ramon Blecua û Kordînatorê Dije Terorê yê Yekîtîya Ewropayê Gilles de Kerchove civiya. Di civînê de Şewîrmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistnê Mesûd Barzanî hokarên serîhildana rêxistina terorî ya DAIŞê li çend bajarên Iraqê aşkere kir.

Barzanî ragihand sîstema siyasî û gendelî nebûna xizmetguzariyê hokarên serekî yên serîhildana DAIŞê ye.Herwisa aşkere jî kir ku divê hêzên navdewletî jî rênedin DAIŞ dûbare mezin bibe. Barzanî behsa hemahengiya navbera Yekitiya Ewrûpa û Herêma Kurdistanê ya di şerê dijî DAIŞê jî da kir û da zanîn ku şerê DAIŞê ne şerê herêmekê ye û şerê hemû cihanêye.

Ji aliyê xwe ve Konsolê Yekîtiya Ewropayê Ramon Blecua jî behsa xurtkirina peywendiyan di navbera hêzên emnî yên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewrûpayê kir û da zanîn ku dive ew wan peywendiyan firawantir bikin.

 

Back to top button