Polîtîk

Kes nizane kî kerkûkê rêve dibe

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm daxûyankirin ku, rewşa Kerkûkê di xirabtirîn ast de ye û kes nizane kî Kerkûkê birêve dibe.
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di hevdîtineke taybet ligel Berpirsa Nivîsgeha Kurdistan24ê li Washingtonê Laurie Mylroie de got: “Rewşa Kerkûkê gelekî xirab e û ji piştî sala 2003an de niha rewşa Kerkûkê di xirabtirîn ast de ye, ji ber ku serweriya yasayê nîn e. Li Kekûkê proseya erebkirinê destpê kiriye û hejmarek mezin ji Ereban anîne Kerkûkê lê bicih kirine.”
Derbarê serîhildana DAIŞê li navçeyên sînorî yên parêzgeha Kerkûkê û ferehbûna gefên wê rêxistinê li bajêr, Necmedîn Kerîm ragihand, beşek mezin ji xelkê navçeyên Hewîce û başûrê Kerkûkê ligel DAIŞê bûn. Aşkere kir jî, hin navçe hene, bi şevê di jêr kontrola DAIŞê de dibin.
Got jî: “Sedema wê ew e, kes nizane kî Kerkûkê birêve dibe. Heşda Şeibî ji hêzên cuda hatiye komkirin, di nava wê de çendîn hêzên cuda hene û her yek jî bi dilê xwe tev digere û guh nade ti kesî. Rêjeya tawanê bi awayekî berçav zêde bûye. Ji bilî wê jî DAIŞ li wan navçeyan çalak bûye, ji ber ku piraniya xelkê wan navçeyan bi DAIŞê re bûn û şanên nivistî bûn û niha çalak bûne. Bi şevê navçeyên wek Daqoq û Dibis di bin kontrola DAIŞê de ye.”
Parêzgarê Kerkûkê li ser proseya hinardekirina petrola Kerkûkê di boriyên Kurdistanê re bo Tirkiyê û rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de got: “Girîng e xelkê Kerkûkê haje dahatûya petrola xwe hebe û beşek ji dahatûya wê jî bigihe destê Kerkûkê, ku ji sala 2013an ve Bexda ti tiştekî ji dahatûya petrolê nade Kerkûkê. Ew berhema kêm a ku niha behsa wê tê kirin, di rastiyê tenê ji sedî 20 ji karîna rasteqîne ji petrola Kerkûkê ye, ev jî ji ber ku Bexda naxwaze Kerkûk tevahiya berhema xwe hinarde bike, ji ber ku ew boriyên petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatine dirustkirin. Ji Mijdara sala bûrî ve jî ku hinardekirina petrola Kerkûkê hat rawestandin, hikûmeta Iraqê 8 milyar Dolar ziyan dît.”
Necmedîn Kerîm ku niha li Amerîka ye û mijûlî civîna ligel berpirsên rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump e, derbarê Serokwezîrê Iraqê yê nû de got: “Adil Ebdilmehdî dikare pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çareser bike, lê ewê ne diyar e ew e, ma Bexda bi cidî dixwaze pirsgirêkan çareser bike, yan tenê demê dibihûrîne.”

Back to top button