Nivîsar

Divê her kurdek, ji kurdbûn û Kurdistanê re xwedî derkeve

Divê her kurdek, ji kurdbûn û Kurdistanê re xwedî derkeve / Leşkerên Emerîkayê û Baasê PYD û Emerîka dewlet ava nake…

Îbrahîm GUÇLU

Di van rojên dawî de girêdayi çend mijar û doza wek Kurtalanê û Xarpûtê û yên wek wan de di kurdperweran de helwestek gelek şaş taspît dikim. Ez di vê nivîsa xwe de dixwazim li ser vê mijara bingehî de nêrînên xwe gelek bi zelal diyar bikim.

Kurdperwer, di van rojan de bûyerên hatine qewimandin de, ew kurdperwerên-kurdên kurdbûna û Kurdistan parastin re, piştgiriyeke xessas û gelek baş diyar kirin; rihê kurdewarî û kurdperwerî nîşan dan. Ji kurdperweran û kurdbûnê û Kurdistanê re xwedî derketin; nûha jî ew helwesta wan didomîne.

Ev helwesta gelek erênî ye.

Lê di vê piştgiriyê de helwesteka neyênî heye. Ew jî, ew e ku ji kurdbûnê û Kurdistanê re xwedî derketin wek ji bona kurdekî helwesteke xwezayî nayê dîtin. Wek helwesteke awarte tê pejirandin.

Hîç şik tune ye em kurd in, em kesên nerteweya kurd in. Welatê me Kurdistan e.  Neteweya me û welatê me Kurdistan di dema împeratorî de du beş bûn. Beşek di bin nîr, dagirketî, desthilatdariya Împeratoriya Osmanî de bû û beşek jî di bin Împeratoriya Persan de bû. Beşa mezin di bin nîr û desthilatdariya Osmaniyan de, beşa biçûk (Rojevaya Kurdistanê ya îro) di bin bandor û desthilatdariya Persan de bû.

Hezar mixabin beşbûn û dagirkeriya neteweya me û welatê me Kurdistanê bi du beşbûna nesekinî, di Peymana Lozanê de Kurdistan bû çar beş. Neteweya me û welatê me Kurdistane ket bin desthilatdariya çar dewletên kolonyalîst, neteweyî nîjadperest û dagirker. Hebûna neteweya me hat înkar kirin. Mafên neteweya me ya neteweyî, civakî, aborî, erdnîgarî hat xesip kirin.Ji bona ku neteweya kurd, bibe Tirk, Ereb, Faris stratejiya helandin û asîmîlasyonê hat meşandin. Kurdistan wek welatê me ji bona ku ji holê rabe, ji erdnîgariya dinyayê û Rojhilata Navîn bê rakirin siyasetek stratejîk hat meşandin,

Li hemberî vê statuyê serhildanê neteweyî pêk hatin. Ev serhildanan bi tevayî bi qetlîaman hatin temirandin.

Bes li Başûrê Kurdistanê beşekî Kurdistanê di bin desthilatdariya neteweya kurd de ye. Li dinyayê neteweya bê dewlet, bes neteweya kurd e. Loma jî, ji her neteweyekî zêdetir hewcedariya me parastina neteweya me û welatê me kurdistanê heye.

Loma jî divê her kurdek, kurdbûna xwe û welatê xwe Kurdistanê li hemberî dewletên kolonyalîst, li hemberî dewleta kolonyalîst ya Tirk, li dadgehan, li dezgehên ewlekariyê, li zanîngehan biparêzin.

Ew helwesteka wezîfeyeke her kurdekî ye û wezîfeya neteweyî ya her kurdekî ye. Divê ev helwesta ji bona kurdekî sifeteke û navekî nû yê taybet çê neke.

Girîngtirîn mijar jî ew e ku ew kurdan li her cî yî û bi taybetî jî li emniyet û li dagehên dewletên dagirker ew helwesta xwe bidomînin. Ji cizagirtinê netirsin. Lewra ew helwesta, helwesteke rewa, qedirbilind, rêzdar, însanî ye. Ew helwesta xizmetî azadbûn û serxwebûna neteweya kurd û Kurdistanê dike.

EMERÎKA, LEŞKERÊN EMERÎKAYÊ Û BAASÊ PYD NIKARE KURDISTANÊ AVA BIKE…

Di van rojên dawî de ji aliyê gelek kurdperweran ve ji min tê pirsîn ku “Emerîka bi destê PYDê dikare Kurdistaneke serbixwe ava bike, an ava neke.”

Di derbarê ev mijara girîng û stratejîk de gelek nivîskar û siyasetvanê kurd nêrînên xwe diyar kirine, min jî derbarê vê mijarê girîng û stratejîk de gelek nivîs nivîsandin. Lê diyar e ku kurdperwer li rastiyên tehl ne, li nêrînên nerast dixwazin bawer bikin.

Ez dixwazim pêşî  li ser helwesta Emerîkayê rawestim. Ji bona ku helwest û siyaseta Emerîkayê di derbarê neteweya kurd û Kurdistanê de diyar bikim, divê di destpêkê de li ser du mijaran rawestim.

Mijara yekemîn ew ku Emerîka ji bona çi û bi çi armancê hat Sûriyeyê, divê ew zelal bibe

Emerîka ne ji bona kurdan, ji bona ku li dijî DAEŞê şer bike û di destpêkê de ji bona ku rejîma baasê biguhere hat Sûriyeyê. Lê di nav pêvajoyê de Emerîka ji armanca xwe ya rejîma baasê biguhere dev berda. Bes ji bona xwe DAEŞ kir armanç. Lê bi xwe jî bes bi hêza hewayî ew şera meşand. Ji bona şerê reşayî ji bona xwe leşkerên bi pere çêkir. Li hemberî DAEŞê şerê wekaletê meşand. Loma jî PYD ji bona xwe kit leşker.

Mijara duyemîn: Emerîka, li Sûriyeyê  ji bona kurdan xwediyê bernameyekê nebû. Nûha jî bernameyeke Emerîkayê ji bona kurdan tune ye. Loma jî divê kurd ji Emerîkayê dewleta kurd avakirinê nepên..

Heger Emerîka ji bona ku dewleta kurd planek û bernameyeke wan hebûya, li Başûrê Kurdistanê piştgiriya refêranduma serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna Kurdistanê dikir ku Başûrê Kurdistanê erdnîgara Kurdistanê ya dewlemend e. Xwediyê ceribandinek xûrt ya desthilatdarî yê û serokatiyeke bi bawer, welatekî petrolê ye.

Emerîka dê ji bona bajarekî ku ew jî ji ereban dagirtî ye, dê çewa li Rojavayê Kurdistanê dewlet ava bike?

PYD, bê minaqeşe rêxistina PKKê ye. Berpirsiyarên PKKê jî di daxuyaniyên xwe de vê yekê aşkere tînin ser zimên. PKKê jî xizmetkarê Rejîma Baasê ye. Di van rojên dawî de berpirsê yekem Cemîl Bayik di derbarê vê mijarê de gelek nêrînên zelal anîn ser zimên, ku PKKê her demê di xizmeta Rejîma Baasê de bûne. Loma jî PKK/PYD, dema ku di sala 2011an de serhildana sivîl li Sûriyeyê dest pê kir, gelek bi zelalî helwesta xwe diyar kir ku piştgirê Rejîma Baasê ye. Dema ku mixalefetê biryar da ku Rejîma Baasê bê rûxandin, PKK/PYD gelek vekirî li dijî rûxandina Rejîma Baasê derket, ji Rejîma Baasê re bû alîkar.

Rejîma Baasê ji bona ku kurdan pasîfîze bike; Kurdistanê di bin kontrol û desthilatdariya xwe de bigre, PKK/PYD li Kurdistanê wek hêza xwe ya leşkerî û ewlekarî bi kar anî. Kurdistan radestî PKK/PYDê kir. PKK/PYDê ji Rejîma Baasê xirabtir dîktatoryek meşand, li kurdan zûlmeke mezin kir, beriya siyasetkirina kurdperweran û partiyên Kurdistanê girt.

PKK/PYDê, ji aliyekî leşkere Emerîkayê, ji aliyekî de leşkerê Rejîma Baasê ye, ji aliyekî din de jî leşkere  İranê ye.

Loma jî leşker û xûlamên dewletên dagirker ji kurdan re dewlet ava nakin..

Divê kurd vê rastiyê baş nas bikin.

Diyarbekîr, 12. 11. 2021

Back to top button