Nivîsar

Divê hemû kurd û erebên federalîzmê diparêzin deng bidin PDKê…

PDKê dikare Dewleta federe ya Kurdistanê bi xurtî biparêze û li hemberî nexêrxwazan raweste. Li dijî PKKê, Haşdi Şabî û rêxistinên din yên terorîst, dagirker, faşîst, neyasayî ku dixwazin Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bikin, PDKê dikare li hemberî wan raweste. Rêxistinên din yên Kurdistanê di siyaseta xwe ya Dewleta Federe ya Kurdistanê ne serrast û têkûz in.

Îbrahîm GUÇLU

Di İlona 2017an de li çar beşên Kurdistanê û hemû kurdên li dinyayê de kelecaniyeke mezin hebû. Xebateke siyasî û civakî ya xûrt hebû. Sedema wê kelecaniyê rêferandûma serxwebûna Kurdistanê bû. Her kurdek kelecan bû ku di derbarê qedere xwe dê biryareke girîng bide. Ew biryara jî di 25ê îlonê hat wergirtin. Kurdan biryar da ku dewleta xwe ya serbixwe ava bikin. Hemû Kurdistaniyan jî ev biryara erê kiribûn.

Wek tê zanîn piştî gelek danûstandina biryar hat girtin ku di 10.10.2021 an de li Dewleta Federal ya Iraqê hilbijartin dê pêk bê. Di îlonê de ji bona hilbijartina giştî ya Dewleta Federal ya Iraqê li Kurdistanê xebat xurt bû. Bi taybetî çûna PDKê ya Kerkukê, Şengal-Mûsûlê, Maxmûr, Xaniqînê xebat ji bona hilbijartinê germtir kir. Lewra cûna PDKê ya wan devevan gelek girîng û dîrokî bû. Lewra tê zanîn ku beriya çar salan bi piştgiriya xiyanetkarên kurd Kerkûk û ev bajaran, bi destên dewleta Federal ya Iraqê hatibû dagirkirin.

Loma ev hilbijartina ji bona Kurdistanê û neteweya Kurd gelek girîng e. Di hemandem de ji bona PDKê jî gelek girîng e. Divê hemû kurd bi kelecaniya rêferandûma serxwebûna Kurdistanê  di hilbijartinê de xebat bikin. Hemû partî û namzadên wan şev û roj xebat bikin ku di parlamentoya federal de hêzeke mezin çê bikin. Di biryar girtinên parlamentoyê de xwediyê roleke mezin bin.

Hîç şik tune ye ku di demokrasiyan de hilbijartin ji bona ku gel xwe bi xwe rêvebibe gelek girîng e. Li Dewleta Federe ya Kurdistanê di sala 1992an de pêvajoya hilbijartinê dest pê kir. Heta vê qonaxê jî hilbijartin tên bi darxistin. Loma jî her dem Kurdistan bi îradeya gel tê birêvebirin. Li Kurdistanê rejîma demokrasiyê tê meşandin. Li Kurdistanê demokrasiyeke gelek pir reng û plural pêş dikeve. Li Dewleta Federal ya Iraqê piştî sala 2005an pêvajoya hilbijartinê dest pê kir. Lê ji bona ku ereb xwediyê çandeke demokratî nînin, pêşketina demokrasiyê gelek bi zehmetî dimeşê û federalîzm tê xemitandin.  

Loma jî li Kurdistanê Rêferandûma Serxwebûnê hat li darxistin.

Hilbijartina îsal (10.102021) jî ji bona dewleta federal û ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek girîng e. Loma jî divê Kurd bi kelecaniya Referandûmê xebata hilbijartinê bimeşînin.

Lê ji bona ku ev hilbijartina girîng e divê hemû kurd dengê xwe bidin PDKê. 

Lewra PDKê dikare Dewleta federe ya Kurdistanê bi xurtî biparêze û li hemberî nexêrxwazan raweste. Li dijî PKKê, Haşdi Şabî û rêxistinên din yên terorîst, dagirker, faşîst, neyasayî ku dixwazin Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bikin, PDKê dikare li hemberî wan raweste. Rêxistinên din yên Kurdistanê di siyaseta xwe ya Dewleta Federe ya Kurdistanê ne serrast û têkûz in. PKKê di nav wan de dikare siyasetên xwe yên qirêj bimeşîne. Nûha jî dimeşîne.

PDKê xwediyê jiyanake dirêj e. 75 sal in ku ava bûye. PDKê bi destê qedroyeke jêhatî û çelek, xwediyê tecribaya neteweyî hatiye meşandin.

Damezrênêr û rêvebirên PDKê û bi taybetî Serok Mele Mistefa Barzanî, damezrênêr û serleşkerê Dewleta Mehabad ya Kurdistanê ne. 

PDKê pêşenga Şoreşa Neteweyî ya îlonê ye. Damezrênêra Ortonomiya Kurdistanê (11ê Adara 1970yî) ye.

Pêşenga Şoreşa Neteweyî ya Gûlanê ye.

Damezrênêra Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Dii hemandem dem de garantora Dewleta Federe ya kurdistanê ye.

Beriya hilbijartinê çûna PDKê ya Kerkukê, Şengal-Mûsûlê, Xaniqînê, Mexmûrê gaveke gelek girîng e. Ji bona yekîtiya Kurdistanê gaveke dîrokî ye. Heger PDKê di hilbijartinê xurt derkeve wê demê yekîtiya Kurdistanê û ew deverên hatine degirkirin rizgarkirin gelek hêsan dibe.

PDKê xwediyê xebateke dûr û dirêj û pîroz û serkeftî ya rizgarîxwaz e.

PDKê û Serok Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî xwediyê armanca Dewleta Serbixwe ne.

PDKê û Serok Birêz Mesûd Bazranî xwediyê armanca Dewleta Kurdistanê ne. Loma jî ji rêferandûma serxwebûna Kurdistanê re bi xurtî xewedî derketin, pêşengî kirin, encama rêferandûmê  jî gelek baş bû.

PDKê, qedroyên wê û Serok Mesûd Bazranî xwediyê hêz û teqete ku encama rêferandûma serxwebûna Kurdistanê pêk bînin. Di qonaxa piştî hilbijartinê de ev mijara dê bibe mijareke stratejik.

Piştî hilbijartinê di navbeyna Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Dewletsa Federal ya Iraqê de dê bazariyên mezin biqewimin. Dema ku PDKê xûrt ji hilbijartinê derkeve, ev bazariya li ser navê kurdan xurttir tê meaşandin.

PDKê û Serok Barzanî li dinyayê xwediyê qiymeteke mezin û piştgiriyeke xurt in.

Loma ez dibêjim ku divê hemû kurd dengên xwe bidin PDKê. PDKê bi pir parlamenteran beşdarî parlemantoya federal bibe. Ev di hemandem de xizmetî yekrêziya kurdan jî dike.

                                           ******

Wek tê zanîn demas ku Rejîna Baasê hîn li herêmên ereban û beşekî Kurdistanê desthilatdar bû,li beşekî mezin Kürdistanê jî PDKê û YNKê desthilatdar bûn.  Li Herêma Azad a Kurdistanê desthilatdar bûn. Herdu partiyan li Kurdistanê pêvajoya demokrasiya federal dest pê kirin. De facto sîstema federalî îlan kirin. Gor sîstema federal ya demokrat jî Kurdistan ava kirin.

Dikarin bibêjim ku li Kurdistanê pêvajoya sîstema federal beriya Iraqê û herêmên ereban dest kir.

Piştî ku rejîma Baasê bi destê Emerîka û hevalbendên wê hat rûxandin, gelek aşkere dewleta nû ya Iraqê bi çi model û sîstemê ava bibe, hate rojevê. Emerîkayê dixwast ku Iraqê û Kurdistanê bike 18 eyalet. Ev bi awayekî dihat wê wateyê ku Iraq û Kurdistan dê parçe bibe. Celal Talabanî –YNKê jî ji ev projeya Emerîkayê erê got.

PDK û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li dijî vê projeyê sîstema eyaletê derket. Sîstema federal ya hevbeşiya milet û li ser welatên neteweyê cûda parast:

 Di encamê de nêrîn û stratejiya PDKê û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hat erê kirin. Di sala 2005an de bi rêferandûmê makezagona dewleta federal hat pejirandin.

Loma ez dibêjim ku divê erebên federalîzma rasteqîne û demokrat diparêzin jî deng bidin PDKê. Lewra PDKê garantiya sîstema federal e. Di jiyana dewleta federal û Kurdistanê de jî ev yeka bi her awayî li meydanê ye û xuya dike.

Diyarbekîr, 24.09. 2021

Back to top button