Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Kesk, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Însan û Azadiyê (PIA) bi minasebeta 100 salîya Peymana Lozanê li Amedê konferansek li dar xistin.

Di daxuyanîya dawî ya Konferansa Lozanê de, hat gotin ku “Divê zemînek demokratîk li ber Kurdan vebe ku di bin navê Kurd û Kurdistanê de xwe bi rêxistin bikin û xwe bi azadî îfade bikin, bê afirandin. “Divê gelê Kurd bibe xwedî statuyekê ku li Kurdistanê xwe bi rêve bibe”.  Daxuyanîya konferansê ya bi Kurdî ji alî Berdevkê KKPê Nusrettîn Maçîn ve, ya Tirkî jî ji alî Serokê PIA yê Mehmet Kamaç ve hat xwendin.

Kemalîstan hemû sozên xwe ji bîr kirin

Xalên girîng ên danezana ku tê de encamên Peymana Lozanê cîh digirin wiha ne: “Peymana Lozanê ya 24ê Tîrmeha 1923an li ser gelê me navê tarîtî, zilm, qirkirin û zilma bêdawî ye. Em peymana Lozanê ya ku gelê me tê de nayê temsîlkirin û îradeya wî tê paşguhkirin, nas nakin. Kesên ku ev peyman îmze kirine û bi cîh anîne bi tundî şermezar dikin. Peymana Lozanê ne tenê netewa Kurd ji mafên rewa yên netewî yên demokratîk û îmkanên dewletê bêpar kir. Her wiha li Rojhilata Navîn tovê dijminatî û nefretê reşand û bû sedema sedsalek bêîstîqrar, şer û pevçûn. Kemalîstên ku di dema perçebûna Împaratorîya Osmanî de bi navê biratîya olî piştgirî ji Kurdan xwestin, diyar kirin ku dewleta ku bê avakirin wê bibe dewleta hevpar a Tirk û Kurdan. Lê piştî îmzekirina Peymana Lozanê yekser hemû gotinên xwe ji bîr kirin. 38-39 Peymana Lozanê. Mafên ziman ên ku di gotaran de hatine diyarkirin jî pêk neanîn.

Wê têgehek hemwelatîbûnê ku her kesî wek Tirk dihesibîne destnîşan kir

Di makzagona sala 1924an de têgînek hemwelatîbûna ku hebûn, ziman û çanda gelê Kurd înkar dike û her kesên ku li Tirkîyê dijîn wek Tirk dihesibîne pêk hat. Di sala 1925an de ‘Takrîr-î Sûkûn’ û ‘Plana Îslahata Rojhilat’ ya ku bi dizî hat amadekirin û bicîhanîn, bû bingehê rejîmên leşkerî, Mufetîşên Giştî û sîstema Rewşa Awarte ku wê sedsalekê li Kurdistanê bidome. Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kir, ji xwe re kir armanc ku Kurdistanê bê Kurd bike, ji bo ku bigihêje vê armancê qetlîamên girseyî pêk anî. Divê êdî bêedaletîya li ser gelê Kurd bi dawî bibe. Sedsala neheqîya dîrokî ya li ser gelê Kurd divê bi dawî bibe. Wek her gelî mafê gelê Kurd jî heye ku li welatê xwe bi azadî û bi rûmet bijî. Ev maf bi hiqûqa gerdûnî ya navneteweyî re tevdigere û ji bo aştîyek mayînde şertekî pêwîst e. Di vê nuqteyê de rejîma dij-Kurd a li ser esasê înkarkirina hebûna gelê Kurd, êdî kevn bûye. Avakirina pergalek pirneteweyî, nenavendî û demokratîk a ku li gor pêkhateya Tirkîyê ya pirneteweyî, pirçandî û pir olî pêk tê, bûye pêdiviyek germ. “Divê gelê Kurd bibe xwedî statu” Ev yek, berî her tiştî bi çêkirina makzagonek nû, ku tê wateya peymanek civakî ya nû, mumkun e. Divê mafên netewî yên demokratîk ên gelê Kurd ku ji netewebûnê distînin, bi giştî bên paraztin. Di makzagona nû ya ku bê çêkirin de; Divê hebûn û nasnameya gelê Kurd bi fermî bê naskirin, zimanê Kurdî ji zarokxaneyê heta zanîngehê wek zimanê perwerdehîyê bê qebûlkirin û li kêleka Tirkî wek zimanê fermî yê duyemîn bê qebûlkirin. Divê zemînek demokratîk a ku rê li ber Kurdan veke û karibin di bin navê Kurd û Kurdistan de xwe bi rêxistin bikin û xwe bi azadî îfade bikin, bê afirandin. Divê gelê Kurd bibe xwedî statuyekê ku li Kurdistanê xwe bi rêve bibe. Divê navên Kurdî yên cîh û warên erdnîgarî û dîrokî yên ku navên wan li Kurdistanê hatine guhertin bên vegerandin. Divê cîhê gorên kesayetîyên Kurd û dîrokî yên ku gorên wan hatine hilweşandin an jî veşartin bên eşkerekirin. Ji ber vê yekê divê jiyana wekhev, azad û bi rûmet a gelê Kurd ji alîyê hiqûqî û civakî ve bê garantîkirin.

Bang li dewletên wek Îngilîstan û Fransa dikin

Em bang li dewletên ku Peymana Lozanê îmze kirine, bi taybet jî Brîtanya û Fransa a ku di destpêka sedsala borî de di perçebûna Kurdistanê de cara duyemîn rolek girîng lîstin, gelê Kurd bê statu hiştin û Peymana Lozanê ya 1923an îmze kirin, dikin. Ji bo ku bi Peymana Lozanê neheqîya dîrokî ya li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin biqede, em bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, YE û sazîyên din ên navnetewî dikin ku piştgirîyê bidin têkoşîna gelê me ya ‘Xweserî û Derbaskirina Zexta Lozanê’. “Gelê Kurd dixwaze di sed salên pêş de bi gelên herêmê re bi taybet bi gelên Tirk, Fars û Ereb re li ser esasê wekhevîyê di her warî de bijîn.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat gotin: “Banga me ji dewleta Tirk re ev e” û “Fermana heyî ya li ser înkara gelê Kurd hatiye avakirin, nayê domandin. Fermana heyî ne tenê neheqîyek mezin li Kurdan kiriye, ji bo gelê Tirk jî jiyan kiriye dojeh. Ji tecrubeyên xwe diyar dibe ku heta gelê Kurd azad nebe gelê Tirk azad nabe. Werin em li şûna siyaseta şer û înkarê ji bo çareserîya aştîyane û demokratîk a pirsa Kurd destpêkek nû bikin. Werin em enerjî û çavkanîyên xwe ne ji bo şer û pevçûnan, ji bo destûrek nû ya ku Kurd, Tirk û gelên din li ser bingehê azadî, rûmet û wekhevîyê bi hev re bijîn, seferber bikin. Ev gengaz e. Em hemû dikarin bi hev re bi ser bikevin”.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: