Nivîsar

Divê em ji her demî zêdetir doza serxwebûnê bikin

 

Dema em li ser dîroka xwe lêkolînê dikin, dibînin ku ji ber ku di qada navnetewî de dostên me kêmbûn heta hemû cihan, li gor berjewendîyên xwe, li dijî me bû; welatê me perçe bûye û em heta niha bindest mane. Divê perçebûnê de para Brîtanyayê gelek e. Bi taybetî jî di dema Lozanê de, Brîtanya hêzeke pir mezin bû û di biryara perçebûna Kurdistanê de xwedî tesîreke mezin bû.

Îro, Wezîrê Derveyê ya berê yê Brîtanya dibêje ku: “Li Sûrîyeyê niha dema cîbicîkirina Peymana Sewrê ye.”

Wezîrê berê yê dewleteke ku Peymana Sewrê xera kir, îro dibêje ku niha dema cîbicîkirina Peymana Sewrê ye. Ev mînak bi xwe nîşan dide ku rewşa sîyasî ya cihanê çi qas guherîye.

Her dewletek li gor berjewendîyên xwe yên netewî tevdigere. Do, li gor berjewendîyên xwe yên netewî li hember me Kurda tevdigerîyan. Welatê me perçe kirin. Li hember jenosîdan bêdeng man. Di şerekî de tim alîkarîya dijminên me dikirin. Şêx Seîd, Seyîd Riza, Broyê Hesikê Têlî, Mele Mistefa Barzanî û gelekên din ji ber vê yekê di têkoşînê de negihaştin asta dawî. Heta Komara Kurdistanê ya Mahabadê jî ji ber vê yekê hilweşîya. Ew bin neketin, lê ji ber ku hemû cihan li hemberî wan bû serxwebûnê jî bidest nexistin.

Îro, di qada navnetewî de dijminên me kêm, dostên me zêde bûne. Helbet ên ku dibin dostên me, dîsa li gor berjewendîyên xwe tevdigerin. Ew qanûna cihanê ye ku naye guhertin. Brîtanî di peyveke xwe de dibêjin “Polîtîkayên Brîtanîyan tuneye, berjewendîyên Brîtanîyan heye.” Helbet ew dostanî jî li gor berjewendîyên wan e. Mijara girîng ewe ku wek netewek berjewendîyên me çi ne di vê dostanîyê de.

Divê îro em ji her wextî zêdetir doza serxwebûnê bikin. Ji ber, wek ku ji peyvên Wezîrê Derve yê Brîtanya yê berê jî xuya dibe, şert û merc li gor berê baştir in. Erka me ewe ku em sîyaseta cihanê baş binirxînin û li gor wî sîyaseta xwe yê netewî bi rê ve bibin.

Roger Çaxer

 

 

Back to top button