Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku dilsozîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi hikûmeta federal re li ser esasê “siyaseta neheqî û birçîbûnê” çênabe.
Mesrûr Barzanî, beşdarî projeya geşepêdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê (ya kû ji bo bankên taybet piştevanîya darayî bo kompaniyên biçûk û navîn pêşkêş bikin) bû û daxuyanîyek da.
Mesrûr Barzanî got: “Di serdana min a Bexdayê de kesekî ji min pirsî, gelo tu pabendê Iraqê yî? Di bersivê de min got, ev bi tevgera we ve girêdayî ye.Pabendbûn û dilsozîya bi welatekî re bi tirsandin, bi polîtîkayên nefretê, bi neheqî û birçîbûnê nayê afirandin. Pabendbûn û dilsozîya bi welatekî re divê li ser esasê wekhevî, edalet û hezkirinê be”.