
Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di serdana xwe ya Diyarbekirê de, peyamên girîng derbarê “pêvajoya Tirkiyeya bê Teror” û şerê li navçeyê û helwesta DEM Partiyê de dan.
Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ji bo bernameyeke du rojî serdana Diyarbekirê kir. Yilmaz di roja yekem a serdana xwe de beşdarî “Civîna Cîhana Kar” bû û li gel nûnerên karsazan û saziyên civakî civiya. Di civînê de mijarên serekî pêvajoya navxwe ya Tirkiyeyê û geşedanên li Sûriye û Îranê bûn.
Cevdet Yilmaz bal kişand ser girîngiya aramî û aştiya navxwe û destnîşan kir ku geşedanên dawî yên li Sûriye û Îranê nîşan dane ku “pêvajo” çiqas pêwîst e. Yilmaz got: “Me rê neda ku rûdanên li Sûriye û şerê li ser Îranê bibin sedema provakasyonan û pêvajoya me têk bibin. Piştî vê qonaxê, em ê lezê bidin pêvajoyê û gavên yasayî yên pêwîst bihavêjin.”
Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de bang li DEM Partiyê jî kir û ew ji bo helwesta wan rexne kirin. Yilmaz got: “Li şûna ku hûn erk û peywiran deynin pêşiya saziyên dewletê, divê hûn pêşî ji xwe bipirsin; gelo em wek partî dikarin ji bo pêşxistina vê pêvajoyê çi bikin? Divê bi awayekî tekez were dîtin ku çek hatine danîn. Pêşxistina demokrasiyê ji bo çekdanînê ne merc e.”
Derbarê şerê li navçeyê de, Cevdet Yilmaz diyar kir ku şerê li Îranê bandoreke giran li aboriya navçeyê û cîhanê kiriye. Yilmaz bal kişand ser rola Îsraîlê û got: “Mixabin bi handana Îsraîlê şer li dijî Îranê dest pê kir. Em dixwazin ev şer tavilê bi dawî bibe, her ku şer dirêj dibe ziyan mezin dibin. Em wek Tirkiye yekparçeyiya axa Îranê û serweriya wê diparêzin. Em dixwazin Îran bi hemû pêkhateyên xwe ve li ser pê bimîne.”


