Divê berhemên nivîskarên Kurd ji tixûbên Kurdistanê derkevin
Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li bîranîna 50 saliya salvegera Yekîtiya Nivîskarên Kurd de, peyameke pîrozbahiyê belav kir û balkişand li ser wê yekê ku pêwîste nivîs û berhemên nivîskarên Kurd ji tixûbên Kurdistanê derkevin û berev cîhangîriyê ve biçin.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera 50 saliya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li jêre:
Serok Nêçîrvan Barzanî li salvegera 50 saliya Yekîtiya Nivîskarên Kurd da, peyamekî pêşkêşî rêwresma salvegerê kir ku eve jî naveroka wê ye:
Amadebûyên birêz!
Ahenggêrên salvegera bîranîna 50 saliya Yekîtiya Nivîskarên Kurd…
Silav li we bê…
Pîrozbahiya vê helkefta dîrokî li we yên birêz û tevahiya nivîskar û edîbên Kurdistanê û destxweşiyê li amadekarên vê rêwresmê dikim.
Ev salveger, rêzgirtine li nîv sedsaliya xebata rêxistinekî sengîn û bi helwest, rêzgirtine li pênûs û qelem û hizr û berhem bexşa karwana pencih saliya nivîskarên Kurd ku herdem li sengerê gelê xwe da bûn û yek ji rêzên xweragiriyên tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê bû û her wiha jî dimîne.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd pencih sal berî niha wekî destkeftekî şoreş Eylûlê û berhemekî rêkeftinnameya adara 1970 hate damezrandin. Damezrandina vê rêxistinê û Korî Zanyarî Kurd, belgeye ku şoreşa Kurdistanê tenê çav li destkeft û mafê siyasî nebû, belku xizmetkirina bi kultûr û ziman û edeb û dahênanê, hinek mafên siyasî ji aliyê wan ve girîng bû.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li pencih saliya temenê xwe da, ji bilî xizmeta edeb û kultûr, li meydana berevanî û helwesta niştimanî û neteweyî da jî, mînakên xweragirî û çav netirsî û sembola berengarbûna sîtem û serkutkariya rejîmên xwesepênan bûye.
Birêzan…
Me baweriyeke tevahî bi wê yekê heye ku peyvên xweşik, bîra law, mirovê xweş, zarên jîngehekî azadin. Hemû hewlek me jî ji berê û niha de jî ji bo rexsandina wê jîngehê ye, çunke jîngeha dirustî nivîsîn û dahênanê, eweye ku têda azadiya bîr û raman û raderbirînê, bihayekî xwe yê bi nirx bê, jiyan û xweşikî rêzlêgirtî bin.
Em çaverêya wê yekê ji nivîskarên xwe dikin, li navxwe da, roleke bi bandorane li bihêzkirina bingehên lêborînî û pêkvejiyan û wekheviyê û hezkirina jîngeh û civak û niştiman de bibîne.
Nivîskar û edîb pirin di navbera peywendiyên gelê xwe û cîhanê de, amadehiya her nivîskarekî Kurd li kitêbxaneyên cîhanê da, amadebûna nasname û dîroka gelêke. Ji bo wê yekê girînge nivîskarên me hewleke ciddî bidin ji bo derbaskirina tixûbên Kurdistanê û wergêrana berhemên wan ji bo zimanên zîndiyên cîhanê û nexşandina cihê destê Kurdistanê li cîhana dahênan û xweşikiyê da.
Li vê salvegera pir bi rûmet da, silav ji bo giyanê pakê wan nivîskarên şehîdên li senger berevanî û zîndanên tarî da canên xwe yên pak bi axê û gel û peyvê gorî kirin. Silav û rêz ji bo malbatên wan yên serbilind. Silav li giyanê pakê wan hemû nivîskaran ku jiyana xwe ji bo xizmeta geşkirin û pêşketina gelê Kurdistanê de gorî kirin.
Ev salveger li hemû nivîskar û edîbên Kurdistanê pîroz bê. Hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazim û her şad û serfiraz bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/02/2020