Dosya

2732 sale Japonî çima xiyanetê li welatê xwe nakin?

Pirtûka pîroz ya Japoniyan Kujiki, li kultûra gelek gel û welatan, kitêb û pirtûk û destûr û peyrewên kevin girîngî û pîroziyeke xwe ya taybetî heye û ji aliyê take kesên wê civakê ve rêzeke zêde li wan tê girtin. Dibe ku van kitêban pêşeroj û jan û êş û azarên wan gelan tomar kiribe. Wate pîroziyên wan bi sedema ewe nîne, ku kitêbekî olî bin, belkû bi sedema tomarkirina dîroka wê welatî û gihandina bi nifşên nû, bûye kitêbekî girîng û pîroz. Ji ber ku zanyariyên berê û pêşeroja wî gelî li nifşek bo nifşeke din veguhestiye. Japonî jî gelek şanaziyê bi kitêba xwe ya Kojiki an ku Furukotofumiî dikin ku wateya wê bi diyarîkirî dike rûdan û serhatên berê.

Ev kitêb bi taybetê li cem peyrewkarên ola Şînto(Şîntoizim) pîroziyekî yekcar zêde heye û dîroka nivîsîna wê sala 680ê berî zayînê vedigerê. Wate temenê wê dû hezar û 700 sal berî niha ye ku li wê serdemê de sîstema Împaratoriyeta Japonî reg û bingeha xwe li dilê Japoniyan de pejirand û heta îro jî berdewamiya xwe heye.

Ev kitêb ji aliyê O no Yasumaro ve hatiye nivîsîn û radesta yekem Împaratorê Japonê li sala 680ê berî zayînê kiriye û wî jî li piştî xwe daye împaratorên cîhgirên xwe û bi vî awayî ji nifşek ji bo nifşeke din hatiye veguhestin, heta rewş gihîşt wê astê ku bû sembolekî mezin. Her kesek bibe împaratorê Japonê û xwediyê vê kitêbê nebê, Her çende hêz û desthilat û artêş û dirav û zêr û gewherên wî jî hebe nabe bi împarator.

Naveroka kitêbê ji sedan çîrokên efsaneyî û helbest û serhatiyên seyr û xerîb û sîhrî û gengeşe û şerên xwedawendên kevin li ser giravên zêdeyên Japonê pêkhatiye. Her wiha behsa yekxistina hemû giravan û Japonê bi hûrî vedigêrê, bi tevahî serhatên efsaneyiyên gelê Japone tomar kiriye. Lê belê bi baweriya Japoniyan, bingeha yekxistina Japonê û dirustkirina welatê wane, ji bo wê yekê bi kitêbekî pîroz bi nav dikin.

Ev kitêb çîrokên efsaneyî yên xwedawendan ya li dirustkirina Japonê û yekxistina hemû giravan li çarçêweya desthilatdariyê de tomar kiriye.

Peyrewên Şînto li Japonê dibêjin, nivîsîna kitêbekî bi vî awayî bi hûrî û pir li zanyarî û rastiyên berê û dîroka wan, naçê eqil ku berhemê mirovan bê. Belkû li wê baweriyêdane ku xwedawendan piştî gengeşeyên xwe vê kitêbê nivîsîne û bi gelê Japonê dane, da ku êdî ji gengeşeyan fêr bibin û êdî şer û nakokiyên li navbera xwe dûbare nekin. Her eve jî wiha kir piştî damezrandina împaratoriyeta Japon, cûdabûn û cûdaxwazî bi tawaneke mezinê Japoniyan tê zanîn. Ji bilî gengeşeyên siyasî û şerê navxweyî, lê belê tu demekî bîr û hizra perçekirin û dabeşkirina Japonê û xiyanetkirina li welatê xwe ji bo berjewendiya Çîn û Koriya nekirine.

Dîroknivîs û şareza dûpat li wê yekê dikin ku hizr û bîr û ramana vê kitêbê gelek girîng û stratejiyane bû, nivîskarê wê zaniye, eger meseleya cûdaxwazî û şer û nakokiyê bi xwedawendan û efsaneyan ve neyê girêdan, ku egera xiyanetkirina li xelkê Japonê wan ber nifîn nefreta xwedawendan dibe. Eger ev stratejî û çîrok nebûya Japon bi vî awayî xwe nedigirt û heta niha nedima. Ji bo wê yekê ji bilî wê yekê ku çîrok gelek efsaneyî û sîhrîne û tu belgeyek li ser rûdanên nava kitêbê li rastiyê de nehatine dîtin. Lê belê ev kitêb bandoreke mezin li ser bîr û raman û baweriya xelkê de dirust kiriye û bûye bihêztirîn sedem û piştevanê xelkê Japonê û împaratoran. Piştî ji dayikbûna nifşên nû her ji zarokiyê ve ew fêrkirine ku serhildan û dijî derketina li împaratoriyeta Japon bi tawanekî mezin li dilê mirov diçespîne û eve jî wiha kiriye ew diyardeye bi tevahî ji holê bê rakirin.

Bi navê xwedawendan ve sizayên giran ji bo wan kesên ku xiyanetê li axa xwe dikin hatiye danan. Eve jî bûye sedema wê yekê ku Japonî tu demekî bîr û hizra xiyanetkirin û perçekirin û dabeşkirina welatê xwe nekin.

Pirtûk ji sê beşên serekî pêkhatiye, ku ya yekem çîrokên sîhrî û efsaneyên dirustbûna Japon û hemû giravane ji aliyê xwedawendan ve. Paşê jî bi girêdayîmayîna bi împaratorên Japone û bi parêzerê yek perçeyiya Japon û navê împaratoran wekî nûnerê xwedawendan bikaraniye.

Beşa dûyem ji çîrok û dîroka împarator Jîm pêkhatiye ku li wê serdemê de Konfuçyusî li Japonê belavbûye û Japon pêşketineke gelek baş bi xwe ve dîtiye û bi tevahî li hemû warek de geşbûye û li gor desthilatên dewruberên xwe gihîştiye lûtkeya desthilatdarî û xweşguzeraniyê. Sêyem beş jî behsa serdema nivîsîna kitêbê dike ku li ser zimanê xwedawend û împaratoran çendîn rênimayî û têbînî û pêşbîniyên di derbarê Japonê têda xistine rû û hemû çîrok jî gelek bi hûrî kar li ser yekgirtiya xelkê Japonê kiriye, beranber bi gef û karesatan ku rûbirûyê wan dibin û van karesatan bi taqîkirina xwedawendan bi nav dike ku dixwazin li rêya wan giriftan ve xelkê taqî bikin û bizanin dest li yekgirtiya di navbera xwe berdidin, berbelav dibin yan na û rênimayiya xwedawendan dişkînin, yan her bi yekgirtî dimînin, li beranber wê yekê ku pabendî rênimayiya xwedawendan û dabeşbûna Japonê jî komek sizayên gelek giran û efsaneyî ji bo Japoniyan beyan kiriye ku bi wan sedeman hemûyan tirseke mezin û zêde heye. Bi vê awayî hîç Japoniyek newêriye bîra xiyanetkirina li welata xwe bike.

 

Back to top button