Civak

Divê Bekîr Topgîder Herçi Zûtir Bê Azad Kirin

 

Yek ji damezranerê Partiya me û rêvebirê Yekitiya Komelên Kurdistan Li Elmanya-KOMKAR Bekîr Topgîder hat girtin.

Bekîr Topgîder roja seşemeyê hefteyê çûyî, gava ji serdana malbata xwe vedigeriya, li Kovancilarê hate girtin. Paş hefteyek pirs û lêgerîn, duhî, (roja sêşeme) bi tohmeta endam bûn û propagandaya PKK/KCK biryara girtinê jêra hat dayin. Hevalê me niha li zindana Ankara ye.

Bekîr Topgîder damezranerê partiye din e, yek ji rêvabirê KOMKAR e, rêxistineka sîvîl û demokratîk e bi gor zagonen Elmanya hatiye damezrandinê. Bekîr Topgîder li Elmanya heyamek di lîsteya PPK yên mirînê da bû. Girtin û zindanê kirina Bekîr Topgîderê hanê ne tenê sosretekê huquqî ye, her usa siyaseta dewleta Tirk destnişan dike.

Dewleta Tirk her kesek, ku behsa Kurd û mafê Kurdan bike, wekî endam bûn û propagandaya rêxistina “terorîst”a PKK/KCK qelem dide, ku ev yêka hanê bûye siyaseta fermî a dewletê ye. Saziyên dadigehê jî bi gor vê siyasetê biryara girtina gelek Kurd dide û bi awayî rê li ber tundûtijiyê xweştir dike.

Em bi tundî girtina hevalê xwe Bekîr Topgîder mehkum dikin û banga hemu kes û saziyên, ku aligîrên heq û adalet in dikin, ku dengê xwe dijî girtina Bekîr Topgîder bilind bikin.

Em banga hikumeta Elmanya û saziyên din yên fermî dikin, ku bona azad kirina Bekîr Topgîder kar û xebatê bikin.

Bekîr Topgîder Tenê Nîne!

20 Mijdar 2019

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button