Dîtinek ê li rastiya rêxistinên kurdistanî

Xwedîkirina pepûkiya ramanî li cem piraniya rêxistinên qezencî makzayîyek e zordarî ye kevin e ,sîstemên bavanî berve dîrokê çêrandibûn, û ne seyr e ev tişt, ji ber ku piraniya rêxistinên kilasîk a rojhilat navînî yên di hembêza hevrista zordariyê de xwedî bûn , karibû ew hevrist têkeve nav refên wan de bi rêya stixbaratê, û giyanê valahiyê têde biafirîne û wan bihêle bibin wek qalibên mîna hev bê rewan û afirandin.

 ji ber vê yekê hebûna van rêxistinên vala û sist ji bona berdewamiya lawazî û parçebûnê ye, ta civak ji koçberiya deronî rizgar nebe,ewê ku rêxistina nezanîbûnê cîgir kiribû bi rêya serkotkirinê û saxkirina pergalên nexweş ew rêxistinan nikarîn tiştekî ava bikirana.

Lê erkên xwe timî ku bilerizînin û belav bikin heta bê dawiyê, ji ber ku bi hêsanî nikarin van şêweyên işk ji holê rabikin, ku desthilata serkotker di nav de çandibû,û bi vî rengî dibin destikek e gerentîkar ji parçebûna civakê û valakirina wê ji ronakbîran .

Û bê guman ev tişt qumployk e li ser zanyar û civakê berve demek e dirêj û dûr û ne diyar de, û ji sedema tunebûna baweriyê di nav tof û qaşên civakê ta ew civak bibe tenê guhek e vekirî bi a ekranên medyaya reşker bike, a mirin û cengên demdirêj belav dike ji bo berdewamiya serdestkirin û serweriyê.

Ew hêzên serwer bi rêya wan tofên ên gêre û kêşe di hundirê civakê de diçînin  temenê xwe dirêj dikin û ev tişt di hundirê civakên rojhilat navîn  de bi giştî û a kurdistanî bi taybet diyar dibe.

Rêber Hebûn

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: