CîhanRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel berpirsên bilindên Wezareta Berevanî û Wezareta Alîkariya Aborî û Geşepêdana Almanî civiya.

 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da li du hevdîtinên cûda de li gel birêz Tomas Hîtşler Wezîrê Dewlet yê Wezareta Berevanî û birêz Nîlz Enîn Wezîrê Dewlet yê Alîkariya Aborî û Geşepêdana Almanya civiya.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo alîkarî û piştgîriya mirovî û serbaziya Almanya li Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û tîşk xiste li ser dirustkirina Nexweşxaneya Pêşmerge ji aliyê Almanya ve, her wiha behsa li meşq û rahênana hêzên Almanî bi Pêşmerge kir.

Rêzdar dûpat kir ku ji bilî wê yekê pêwîstiya berdewamiya alîkariyê ji bo ji navbirina Da’îş, Herêma Kurdistanê li rûyê jêrxan û binyatnan û bihêzkirina sazî û damezraweyên xwe ve jî pêwîstî bi piştgîrî û yarmetiya Almanya heye.

Ji aliyê xwe ve berpirsên Almanî ji bilî derbirîna xweşhaliya bi asta peywendiyan li gel Herêma Kurdistanê tekez li ser xwesta zêdetir pêşxistina bi peywendiyan û berfirehkirina warên alîkariya di navbera her du aliyan kirin.

Rewşa siyasî li Iraqê, pirsa vegerandina koçberan û kêşeyên li ber wan, gef û metirsiyên serhildana Da’îş, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, babeta koç û koçberan û nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, çend aliyeke dinê hevdîtinê bûn.

Back to top button