CîhanRojev

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Urdinê civiya

Her li dirêjahiya duyem roja hevdîtin û civînên xwe yên li Konferansa Asayîşa Munich da, nîvroya îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Eymen Elsefedî Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Urdinê civiya.

Li civînê de birêz Elsefedî silav û rêzên rêzdar Şah Abdullahê duyemê Şahê Urdinê bi Serok Nêçîrvan Barzanî gihand û dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwaze.

Nirxandina rewşa siyasiya Iraqê mijareke dinê civînê bû, têda behsa ewe kirin ku niha proseya siyasî bi rêyeke dirust da naçe û divê em hemu alîkar bin ji bo rasterêkirina proseya siyasî û dirustkirina aramiya siyasî.

Li civînê de tekez li ser amadehiya du aliyane ya ji bo pêşxistina peywendiyên her du aliyan kirin û Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spas û pêzanînên xwe yên ji bo piştgîrî û peywendiyên kevnar yên Urdin li gel Herêma Kurdistanê, silav û rêz ji bo rêzdar Şahê Urdinê re şand.

Back to top button