Serok û Serok Wezîrê Kurdistanê li gel şandeke bilinda Kongresa Amerîka civiyan

Li çarçêweya çalakiyên xwe yên li Konferansa Asayîşa Munich da, birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê li gel şandeke bilinda Kongresmanên Amerîka bi Serokayetiya birêz Lindsey Graham civiya.

Li civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û rewşa Iraqê bi giştî û hewlên pêkanîna hikûmeta nû û pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê guftûgo kirin.

Şanda Kongres dûpat kir ku Kongres bi girîngiyê ve li Herêma Kurdistanê dinêre û me peywendiyeke bi hêz li navbera xwe da heye, bi berçavgirtina wan hemû gefan jî ku li navçeyê da hene, em bawerin divê peywendiyên me bihêz bimînin û pêşve bibîn.

Birêzan Serok û Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê jî spas û pêzanînên wan ji bo hevkarî û piştgîriya Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê derbirî û berdewamiya piştgîriya wan ya ji bo Herêma Kurdistanê ya ji bo nehiştin û ji navbirina yekcarekiya Da’îşê bi pêwîst zanî.

Her wiha behsa biryara vê dawiyê ya Dadgeha Bilinda Federalî ya di derbarê yasaya neft û gaz li Herêma Kurdistanê kir ku xizmeta aramiya rewşa Iraqê û çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî nake.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: