Bêguman Kurdên Bakur mafdar in rexneyên giran li Kurdên Başur bikin ku çima serxwebûna xwe ava nekirine.
Ji ber ku Kurdên Bakur ji mêjde dewleta xwe avakirine û azad dijîn. Jiyana wan jiyanek Kurdewarî ye, tev xweş bi Kurdî zanin, di malên xwe de, li çarsî û dibistanan bi Kurdî dipeyivin.
Bêguman Kurdên Bakur mafdar in şîretan li Kurdên Başur bikin û aqil bidin wan.
Ji ber ku pir şareza ne: xwe birêxistin kirine, yekîtîya xwe çêkirine. Li gor şîretên Ahmedê Xanî tevdigerin û bi helbestên Melayê Cizîrî sermest dibin.
Bêguman kêmasîyên Başur jî hene û wek bira meriv kare dîtin û gotinên xwe pêşkêşî wan bike, lê li ser bingehê biratîyê, di çarçova piştgirîyê de û ji bo berjewendîyên Kurdistanî.
Lê tiştekî balkêşê ku ev zana û aqilmendên Bakurî şîret û rexeneyên xwe yê ji bo Başur tev bi tirkî dikin.
Berê li rewşa xwe, yanî li rewşa Bakur binêrin û wisa bipeyvin. Dema Bakur di vê rewşa xirab da be, hun bi çi ruyî radibin aqil didin Başur.
Hê hun nizanin bi ziman xwe du gotinan binivsînin li dixwazin Başur şermezar bikin.
Şerm û fedî jî nemaye. Meriv nizane ne bikene ne bigrî.
Analîz
Serdar Pekgul
2022.02.19